Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Gardiyan gefa ‘Em ê we geber bikin’ li girtiyên jin dixwin

Girtî Gulistan Al bi rêya parêzerê ÎHD’ê binpêkirinên li girtîgehan vegot. Al da zanîn ku ji mafên herî biçûk jî bêpar tên hiştin û got: “Li qawîşên ji bo 6 kesan, 10 kes dimînin. Jimartina ser pêyan li me tê ferzkirin, nahêlin em bi girtiyên din re têkiliyan danin û gardiyanan gefa ‘Em ê we geber bikin’ li me xwarin.”

Parêzerên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê di 17’ê kanûnê de li Girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê bi girtî Gulistan Al re hevdîtin kir. Al bi rêya parêzeran binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin.

Al anî ziman ku daxwaznameyên ji dozgeriyan û Wezareta Dadê re dişînin ji hêla îdareya girtîgehê ve esas nayên girtin û ev agahî dan: “Ji bo daxwaznameyên me dibêjin; ‘Ewlehiya saziyê dixe xetereyê’ û daxwaznameyên me tên qetandin. Li qawîşên ku cihê 6 kesane, 10 kes lê dimînin. Li qawîşên me girtiyên extiyar û nexweş jî hene. Mafê me yê revîrê hefteyê careke. Lê tenê 2 hefteyan carekê destûr didin. Ji ber vê dermanên dayikên extiyar û nexweş dereng didin. Ji ber ku kapasîteya qawîşê 6 kes e, amûrên wê jî li gorî 6 kesan hatine diyarkirin. Ji bo girtiyên din jî betanî dolabên kincan nadin. Her wiha mafê hevdîtina vekirî-girtî 30 deqe ye. Dema em diçin nexweşxane, revîr, hevdîtin hwd. jimariya serpêyan li me ferz dikin.”

Nahêlin bi girtiyên din re bên ba hev

Di berdewamê de jî anî ziman ku diyar kir ku li kantînê amûrên kirtasiyeyê nayên firotin û ên ji derve ji wan re tên şandin jî nadin wan. Al wiha domand: “Kaxiz û pênûsên bireng hatine qedexekirin. Em nikarin bi girtiyên din re jî nikarin tev li çalakiyên civakiyî û çandî bibin. Her wiha car heye em dixwazin ji kantînê hin tiştên xwarin û vexwarinê bikirin. Lê belê dibêjin ‘Me li qawîşên din belav kirine, heta dor hate we qediya.’ Her wiha kotaya kincan jî li gor usûlê pêk nayê. Ji ber şertên hewayê em dixwazin kincên xwe yên havînê bidin û ji dêvla wan ên zivistanê wergirin, lê nahêlin. Hewa çi qasî sar dibe bila bibe herî zêde em dikarin du qazaxan wergirin.”

Gardiyanan gef lê xwarin

Herî dawî jî Al ev agahî dan: “Di 13’ê kanûna 2019’an de ji bo 2 hevalên me kargo hat, lê belê vê carê ji bo wergirtina kargoyê ‘Pêkanîna karta nasnameyê’ li wan hat ferzkirin û kargoyên wan bi awayekî kêfî nedan wan. Gardiyanên bi navê Eda û Zeynep, heqaret li me kirin û gotin ‘Hûn kî ne? Em ê we geber bikin. Cihê we diyar e, hûn sûcdar in.’ Li gel vê bi awayekî fîzîkî jî mudaxileyî me kirin û piştî munaqeşeya ji bo kargoyê deriyê qawîşê li ser me girtin. Paşê me hevdîtin bi midûr re kir û me kargoya xwe wergirt. Ango li vê girtîgehê li hemberî girtiyên jin cihêkariyek heye.”  EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar