Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gardiyan ji girtiyan re gotine ‘Êdî cihê we her tim hucre ne’

Di 12’yê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmarên 1 û 2’an ên Bandirmayê 25 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatin kirin. Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê ji ber lêgerîna tazî qebûl nekiribûn gardiyanan li wan dabû û ji ber vê dest û lingên hinek girtiyan birîndar bûbû û paşê xistibûn hucreyên yekkesî. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Dag e ku 29 sal e girtiye.

Xwîşka wî Songul Kapanci di 22’yê sibatê bi telefonê birayê xwe re axivî ye.

Kapanci diyar kir ku 18 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bandirmayê tevî birayê wê sewq kirine û wiha got: “Di dema sirgûnê de di rîngê de li wan dane. 18 kes sirgûn kirine. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirine li wan dane. Hemû cilên wan nedane. Cilên mayî jî avêtine çopê. Ne pereyê wan, ne şûşeyek ku pê avê vexwin, ne jî sabûnek ku pê destê xwe bişon heye. Ji me pere xwest. Got, ji xwe bişînin jî ancax 15 roj şûn de dikeve destê me. Cihê wan nepaqij e. Ew xistine hucreyên yekkesî. Gardiyana ji girtiyan re gotiye ‘êdî hûn ji vê derê dernakevin, hûn ê tim di hucreyê de bimînin, ji were pergala qawîşê tuneye.’ Rewşa wan ne diyar e û perîşan in. Tehdeyeke mezin li wan tê kirin.”

Di berdewamê de Kapanci da zanîn ku rojên telefonên wan jî nediyar in û wiha domand: “Ez ji vir bang li parazvanên mafê mirovan û Wezareta Dadê dikim. Di girtîgehan de, mafên girtiyan tên binpêkirin. Bila bi hestiyar bin. Em malbat rewşa wan mereq dikin. Ji tenduristiya wan biguman in. Ma dibe ku mirov wan ji pêdiviyên wan bêpar bihêle? Ev rewş canê me diêşîne. Ev qas îşkence li girtiyan tê kirin. Ma wê dîsa tiştên ku bi darbeya 12’yê Îlonê pêk hatin bên serê me?”

Bangawazî

Her wiha Kapanci dest nîşan kir ku birayê wê xwestiye malbatên girtiyên ku hatine sewqkirin jî agahdar bikin û wiha bi dawî kir: “Divê her kes vê rewşê bibîhîse. Li zindanan êrîşek û mûameleyeke keyfî heye. Ev nayê qebûlkirin û der mirovî ye. Em gazî rayedaran hemûyan dikin. Êdî bila vê tehdê li girtiyan mekin. Êdî tehamula me nema ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar