Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gardiyanan gef li girtiyan xwarin

Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, Cûmalî Yildirim li dijî pêkanîna jimariya şipyakî û tehdeyên li wan tên kirin di 19’ê Gulanê de tevî 12 hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî vê Yildirim di 16’ê Îlonê de sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Bunyan a Kayseriyê hatibû kirin. Yildirim ji ber şewba Covîd-19’ê tevî Feyyaz Gulsoy, Alî Saday û Emrah Kina di karantînayê de ye. Yildirim bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand.

Yildirim diyar kir ku 20 roj in di karantînayê de ne, ne televîzyon, ne radyo û ne jî rojnameyan nadin wan û anî ziman ku roja wan birine girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber wan ev yek qebûl nekiriye garidyanan êrîş biriye ser wan.

Yildirim ragihand ku gardiyanan gef li wan xwariye û ji wan re gotine; “Hûn baş dizanin gava em unîformayê xwe ji bikin em ê çawa we geber bikin.

‘Ka edalet!’

Bavê Yildirim Hasan Yildirim ê 65 salî, bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê kurê wî bi îşkenceyê re rû bi rû maye, ji ber vê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: “Zarokên me sirgûnê girtîgehên din kirin lê cardin jî bêhiqûqîtî didomin. Hîn jî jimariya şipyakî didome û tehde li wan tê kirin. Ev qas dem derbas bûye lê hîn jî di hucreyê de ne. Em li Tirkiyeyê sedsala 21’emîn de dijîn. Her roj serê sibê û êvarî 4 mehkûman derb dikin. Ma ev ne sûc e? Ka edalet li ku ye?”

Bang kir

Bav Yildirim bang li Wezîrê Dadê kir û ev tişt anî ziman: “Te dît hûn dibêjin ‘gere mêzêna edaletê hebe.’ Nexwe pêşî li ber îşkence û zilma li girtîgehan bigirin. Ev zarok hemû xwendekarên zanîngehê ne. We diz, kujer, tecawizkar, tefegir, tiryakfiroş berdan lê we xwedekar nehiştin. Qet nebe bila li girtîgehan zilmê li zarokên me nekin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar