Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Gardiyanan gef xwarin: Edalet nîne, em ê te tune bikin

Girtî Cûmalî Yildirim ji ber ku xwest mafê xwe yê qanûnî bi kar bîne, gardiyanan gef lê xwarin û jê re gotin ‘Li vir edalet nîne, em ê te tune bikin.’

Cûmalî Yildirim ê 29 salî dema ku li Kirşehîrê li Zanîngehê xwendekar bû, hatibû girtin û 9 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Afyonê, ji ber ku lêgerîna bi tazîkirî û sermijartina li ser pêyan qebûl nekir, gef lê hat xwarin. Yildirim diyar kir ku jiyana wî ewle nîne.

Yildirim 28’ê kanûnê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirina mafên mirovan kir.

Xwişka Yildirim Hacer Yildirim diyar kir ku îşkence, kiryarên xerab li birayê wê tê kirin, gef lê tê xwarin û wiha got: “Ji ber ku lêgerîna bi tazîkirî û sermijartina li ser pêyan qebûl nekir, ew xistin odeyeke yek kesî ya sar. Piştre jî gardiyanan gef lê xwarin û jê re gotin ‘Tu hîn bûye ku dema sermijartinê de ranebe ser pêyan, em zanin ku li vê derê te bikin mirov. Tu zane ku ev der hêlîna îşkenceyê ye? Li vir pîvanên me derbas dibin, em ê te tune bikin’.”

Hacer Yildirim da zanîn ku birayê wê xwestiye ku mafên xwe yên qanûnî bi kar bîne, lê belê gardiyanan jê re gotine, ‘mafekî te yê qanûnî nîne, ma gelo destûra bingehîn, edalet heye ku mafê te hebe’ û ev tişt anî ziman: “Birayê min bi telefonê ji min re got ‘Hacer dixwazin min li vir tune bikin. Dema ku bi hev re diaxivin dibihîzim, dibêjin ‘Em vî tune bikin’. Birayê min dibêje ku jiyana wî ewle nîne. Li Afyonê timî îşkence dibe, beriya 2 mehan heyet kom bû lê îşkence hîn dewam dike. Birayê min ji min re got ‘Eger tiştek bi serê min bê, berpirsyar girtîgeh e’. Ji me xwest ku em li dozgeriyê gilî bikin.

Îşkenceyên li girtîgehan bila êdî bi dawî bibin. Du, sê salên birayê min mane. Bila raya giştî van bibîne.”

Hacer Yildirim ji ber binpêkirinên mafên mirovan her wiha serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar