Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Gardiyanan girtiyên di greva birçîbûnê de derb kirin

Girtiyên siyasî yên ku li Girtîgeha Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Turkolu ya Gurgumê hatin kirin. Girtiyan da zanîn ku di dema sirgûnê de hatine derbkirin, lêgerîna tazî li ser wan hatiye ferzkirin û vîtamînên pêwîst jî nadin wan. Girtiyan da zanîn ku êdî di her kêliyê de mimkune ku jiyana xwe ji dest bidin

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên bi navên Azîz Yalçin, Ramazan Sebuktekîn, Hacî Sîncar, Alî Delabak, Alî Emîrhanî û Hîkmet Çalkan ji 1’ê adarê ve û girtiyê bi navê Ozkan Kart jî ji 10’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Girtiyên di grevê de piştre jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Turkoglu ya Gurgumê hatin kirin.

Der barê mijarê de girtiyan agahî dan malbatên xwe. Girtiyan da zanîn ku di dema sirgûnkirinê de hatine derbkirin û di ketina girtîgehê de jê lêgerîna tazî li ser wan hatiye ferzkirin. Girtiyan destnîşan kir ku li ser redkirina wan, gardiyanan bi darê zorê kincên wan li ser wan kirine. Girtiyan diyar kir ku wan bi parêzerên Înîsiyatîfa Hiqûqnasên Azadîxwaz re hevdîtin kiriye.

‘Di her kêliyê de dibe ku em bimirin’

Girtiyê bi navê Azîz Yalçin bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û ev agahî dan: “Em di hucreyên yekkesî de tên girtin. Her du rojan carekî gardiyan me derb dikin. Her wiha vîtamînên pêwîst nadin me û ji ber derbkirinê jî rewşa me baş nîne. Dibe ku di her kêliyê de em jiyana xwe ji dest bidin.”

‘Bi lêdanê girtî tazî kirin’

Parêzer Sînan Taştekîn jî daxuyand ku di dema sewqkirinê de girtî 4 saetan di rîngê de hatine rawestandin û wiha dom kir: “Li Girtîgeha Tîpa T ya Turkoglu ya Gurgumê lêgerîna tazî li girtiyan ferz kirin. Girtiyên ku gotin ev yek binpêkirina mafan e, gardiyanan bi lêdanê kincên wan jê kirin. Dema ku girtî birine qawîşan jî, di rêzekê de girtine û nîzama leşkerî li ser ferz kirine. Her wiha di hucreyên yekkesî de 3 girtî bicih kirine û daxwaza girtiyan a di heman qawîşê de bimînin jî red kirine.”

‘Vîtamînên pêwîst nadin girtiyan’

Taştekîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vîtamînên pêwîst nadin girtiyan û rewşa wan pir nebaşe. Bi awayekî sîstematîk nayên kontrolkirin. Me bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinek kin kir. Midûrê girtîgehê van îdiayan red dike. Li girtîgehê me bi 7 girtiyan re hevdîtin pêk anî. Em ê vê  hevdîtinê bikin rapor û ji raya giştî re parve bikin.” GURGUM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar