Parêzerên ÎHD’ê yên ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Tarsusê bi girtiyên di greva birçîbûnê de hevdîtin kirin, di dema derketina girtîgehê ji hêla gardiyanan ve hatin derbkirin. Gardiyanan nehiştin ku heta demekî parêzer ji girtîgehê derkevin
Parêzerên endamên Komîsyona Şopandina Rewşa Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Tarsûsê bi girtiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger re hevdîtin kir û der barê rewşa wan de nîşe girtin.
Hat zanîn parêzerên bi navên Ozgur Çaglar, Saniye Bîçîcî, A. Celîl Akin û Pinar Dokuz dema ku ji girtîgehê derdiketin, gardiyanan xwest ku dest deynin ser nîşeyên wan. Li ser vê yekê jî parêzeran bertek nîşan dan. Hat ragihandin ku gardiyanan êrîşî parêzeran kir û parêzer derb kirin.
Parêzerên ku heta demekî ji hêla gardiyanan ve hatine astengkirin û nehiştin ji girtîgehê derkevin, piştî hevdîtina bi dozger re ji girtîgehê derketin. MÊRSÎN