Ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiyek jin bi nameyekê diyar kir ku hîn gardiyanên mêr di paceyan de li koguşên jinan dinêrin û wan tacîz dikin
Çalakiya greva birçîbûna ya bêdem û bêdorveger ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin. Bi destpêkirina çalakiyan zextên li ser girtiyan jî zêde bûn.
Ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiyek jin, bi nameyekê tiştên ku li girtîgehê dijîn ragihand. Girtî diyar kir ku gardiyan li pey derxistina provakasyonê ne û wiha got: “Di 1’ê gulanê de gardiyanê bi navê Y.P. di mazgalên koguşan de gefa ‘Tiştên ku me heta îro naniye serê we em ê bînin serê we’ li çalakgerên greva birçîbûnê xwar.”
Her wiha girtî di nameya xwe de bal kişand ser tacîza gardiyanan û ev tişt parve kir: “Hîn gardiyanên mêr di paceyan de li koguşên jinan dinêrin û bi taybetî dema ku girtiyên jin kincên xwe dişon tacîz dikin.” ŞIRNEX