PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!

Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, di 5 salan de li Efrînê tu tiştên aîdê kurdan nehiştin. Dawî li perwerdehiya bi kurdî anîn, navê gelek cihî kirin tirkî, li her derî alaya tirk hat daliqandin, taciz, tecawiz, talan û revandina mirovan her ku çû zêde bû

Plana “Kembera Erebî” ku di sala 1973’yan de li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Baasê ya bi pêşengiya Hafiz Esad ve hat pêkanîn, niha ji aliyê Tirkiyeyê ve tê pêkanîn. Rejîma Baasê, di çarçoveya vê planê de milyonek donim erdê kurdan dabû erebên ku ew ji Reqa û Helebê anîbûn. Bi vî awayî hatibû xwestin ku demografiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê guherandin. Lê hewldanên di vî warî de bi ser neketin.

Plana ‘Kembera Erebî’ û tirkîkirinê

Polîtîkaya ku rejîma Baasê bi ser nexist, îro Tirkiye wê pêk tîne. Tirkiye, li bajarên wekî Ezaz, Bab, Cerablûs, Efrîn û Serêkaniyê kurdan koçber dike û li şûna wan ereban bi cih dike. Her wiha li Efrînê jî ji xeynî plana “Kembera Erebî” pêkanînên tirkîkirinê jî di dewrê de ne.

Tirkiye di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kir. Di êrîşan de sivîl hedef hatin girtin. Piştî vê Rêveberiya Xweser a Efrînê biryar girt ku “paş de vekişe.” navenda Efrînê û hin navçeyên wê di 18’ê adarê de ketin bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê.

450 hezar kes hatin bicihkirin

Di dema êrîşan de zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji Efrînê derket. Beriya êrîşan ji sedî 98’ê nifûsa Efrînê kurd bûn, lê piştî êrîşan ev rêje daket ji sedî 20’an. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, li cihên ku kurd jê koçber bûn hêzên paramîlîter û malbatên wan hatine bicihkirin. Li gorî daneyan, di 5 salan de zêdetirî 450 hezar kes li Efrînê û gund û navçeyên wê hatine bicihkirin. Piraniya van kesan jî ji başûrê Îdlîbê, ji Heleb û ji herêma Gûtayê ya Şamê anîne vira.

Nav hatin guherandin

Tirkiye li hemû sazî û dezgehan kurdî ji holê rakir. Li her derî alên tirk hatin daliqandin û navên gundan, kuçe û kolanan û saziyên giştî kirin tirkî. Navê Qada Azadiyê ku li navenda Efrînê ye, kirin “Qada Ataturk”; navê Xaçerêya Newrozê kirin “Xaçerêya Selahattîn”; navê Xaçerêya Wetanî kirin Xaçerêya “18’ê Adarê”; navê Xaçerêya Kawayê Hesinkar kirin “Zeytîn Dali.”

Her wiha navê gundê Qestela Miqdad jî kirin “Selçûk Obasî”; navê gundê Kotana jî kirin “Zafer Obas”navê gundê Kurzêlê jî kirin “Cafer Obasî.”

Posterên Erdogan û alên tirk

Tirkiye û hêzên girêdayî wê ku navê osmaniyan li herêmên kurdan ên stratejîk dikin, ji xeynî alên tirk, wêneyên serokkomarê AKP’î jî li van deran daliqandine. Li dikan û kuçeyan afîşên tirkî tên daliqandin û deverên pîroz ên êzidiyan jî hatin talankirin. Her wiha ji bo her kesî jî nasnameyên tirkî tên çêkirin.

8 hezar û 595 kes hatin revandin

Li gel polîtîkayên tirkîkirinê, di 5 salên borî de gelek pêkanînên derî mirovahiyê rû dane. Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, hema bibêje her roj mirovan direvînin û wan an dikujin an jî îşkenceyeke giran li wan dikin. Her wiha bi sedan jin jî rastî destdirêjî û destavêtinê hatine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, daxuyandibû ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 8 hezar û 595 sivîl revandine û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Li gorî heman daneyan, di 5 salan de herî kêm 96 jin hatine qetilkirin û 72 jin jî hatine tecawizkirin.

368 hezar darên zeytûnan hatin birîn

Tenê ne li hemberî mirovan, li hemberî xwezayê jî talaneke mezin hatin kirin. Di 5 salên dawî de herî kêm 368 hezar darên zeytûnan û darên din hatin birîn. Darên hatin birîn wekî êzing li bazaran hatin firotin. Zêdetirî 17 hezar darên zeytûnan jî hatin şewitandin. Bi vê re 12 hezar hektar qada daristanî hat şewitandin.

Zeytûnên ku Tirkiyeyê dest danîne ser wan, li qada navneteweyî hatin firotin. Li gor belgeyên ku di mijdara 2018’an de hatin belavkirin, di navbera Tirkiye û komên çekdar de protokolek hat îmzekirin ji bo talankirinê. Li gorî protokolê, zeytûnên li herêmê pêşkêşî sermayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin û ji vir jî ber bi welatên din ve hatine şandin û firotin.

Talan

Xaniyên bi deh hezaran sivîlên hatin koçberkirin hatin desteserkirin. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê gelek xanî veguherandin girtîgehan an jî qereqolan.

Cihên dîrokî jî nesîbê xwe ji talanê girtin. Li gorî daneyên Midûriyeta Berhemên Dîrokî ya Efrînê, li bajêr 96 girên dîrokî hebûne. Piraniya van giran hatine kolandin û talankirin. Zêdetirî 28 cihên dîrokî hatin xerakirin. Zêdetirî 15 goristan hatin talankirin. Her wiha goristanekê jî veguherandin bazara heywanan. Rêhesina ku ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Racoyê ber bi gundê Kefer Cenê yê Şêrawayê û ji vir jî ber bi gundê Qitmê ve diçû hat rakirin û firotin bazirganên li Ezazê.

Êrîş

Cenazeyên YPG’iyên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Avestayê hatibûn veşartin, ji goristanê hatin derxistin. Ajansa Anadolûyê (AA), îdia kiribû ku cenazeyên ji vir hatine derxistin ên kesên ku YPG’ê ew înfaz kirine û wekî “gorên komî” serwîs kiribû.

Binkeyên leşkerî û girtîgeh

Cihên hatin xerakirin, şewitandin û desteserkirin jî an kirin girtîgehan an jî qereqol. Qereqol û girtîgehên hatin çêkirin jî di nava komên paramîlîter de hatin payêkirin. Hin girtîgehên hatine çêkirin ev in:

* Girtîgeha Nakîlê: Avahiya Gihaniyê û Rêveberiyê ya Berê. Ji aliyê hêzên paramîlîter Cebhet El-Şamiye ku ji hikûmeta Şamê veqetiyane tê kontrolkirin. Sivîlên ji Efrînê hatine revandin li vir tên girtin.

* Girtîgeha li gundê Tirindê: Di bin kontrola MÎT’ê de ye. Wekî girtîgeha herî talûke tê binavkirin. Kesên hatine revandin li vir rastî her cure îşkenceya giran tên.

* Girtîgeha Eşrefiyeyê: Di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye.

* Girtîgeha Kuçeya Vêlatê: Xaniyekî kevn e. Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiyeyê de ye.

* Girtîgeha Mehmûdiyeyê: Di bin kontrola hêzên Firqet El-Hemzatê de ye. Bi dehan kes li vir girtî ne. Li 2 odeyên wê jin hene.

* Girtîgeha Edliyeyê: Di bin kontrola Cenhet El-Şamiyeyê de ye. Zarok û jinên hatine revandin li vir tên girtin.

Dibistanên ku veguherandin girtîgehan

* Zindana Dibistana Ezharê ya Efrînê: Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiye û MÎT’ê de ye.

* Zindana Dibistana Îtihad El-Erebiyê: Di bin kontrola Cebhet El_Şamiyeyê de ye. Gelek jin li vir girtî ne. Her wiha binkeyeke leşkerî jî li vir heye.

* Zindana Dibistana El-Kerameyê: Di bin kontrola Feyleq El-Şamê de ye. Di hundirê wê de binkeyeke leşkerî jî hatiye çêkirin.

* Zindana Dibistana Emîr Xubariyê: Li hemberî Qada Azadiyê ye.

Îşkence

Dibistanên gundên Efrînê jî an wekî binkeyên leşkerî an jî girtîgehê tên bikaranîn. Li navçeya Bilbilê ji 39 dibistanan 27 jê bi temamî hatin xerakirin. Ên mayî jî wekî binkeyên leşkerî tên bikaranîn. Li navçeya Cindirêsê jî hema bibêje 50 dibistan bi temamî hatin xerakirin. Dibistana li navendê jî wekî cebilxaneya hêzên paramîlîter tê bikaranîn. Li van cihên ku veguherandina girtîgehan, kesên girtî bi îşkenceyên giran re rûbirû dimînin.

‘Bi Tirkiyeyê ve girêdan’

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê Îbrahîm Şêxo, tiştên di 5 salên dawî de qewimîne nirxandin. Şêxo, rewşa li Efrînê wekî “qirkirinê” nirxand û got: “Her roj revandin, girtin, talan, desteserkirin, destdirêjî, zewicandina bi darê zorê hwd. rû didin. Paralelî vê bi demografiyê jî dilîzin. Ji 18’ê Adarê ve, 300 hezar efrînî bi darê zorê hatin koçberkirin. Li şûna wan 450 hezar ereb, tirkmen û nêzî 500 malbatên filîstînî hatin bicihkirin.”

Şêxo destnîşan kir ku her derê Efrînê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan û wiha got: “Hemû saziyên perwerdehî, ewlehî hwd. bi Tirkiyeyê ve girêdan. Waliyê ku ji Tirkiyeyê hatiye şandin, li Qesra Efrînê ya berê hat bicihkirin. Biryarên li Efrînê têngirtin hemû li Tirkiyeyê tên dayîn. Di sala 2019’an de gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê bi Îskenderûnê ve girêdan. Li vir rêyek çêkirin û di çûnûhatinan de vê rêyê bi kar tînin.”

Perwerdehiya bi erebî û tirkî

Şêxo wiha domand: “Li her derî alayên tirk çikandine û wêneyên Erdogan daliqandine. Navê gelek qadan guherandin û navê tirkî li wan kirin. Her wiha navên osmanî li gundên Efrînê kirine. Li Efrînê pereyê bazirganiyê TL ye. Zimanê perwerdehiyê tirkî û erebî ye. Axaftina bi erebî li kurdan ferz dikin.”

Şêxo destnîşan kir ku armanca van pêkanînan tunekirina Efrînê ye.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar