Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gava ziman azad be…

Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Erdal Gezîcî, got: ” Gava ziman azad be, wê kurd jî, wê çanda kurdî jî û wê cihê wê yê di civakê de jî hebe.”

Piştî li Îzmîrê KURDÎ-DER hat girtin, par Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman hat avakirin û niha ji bo serdema nû perwerdehiya kurdî dest pê kir. Mamosteyê komeleyê Erdal Gezîcî, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û got ku ji bo kurdî bijî wê xebatên wan bidomin.

Gezîcî destnîşan kir ku qedexeyên li ser zimanê kurdî didomin û got: “Mîkrofên ji destê muzîkjenê bi kurdî distrê digirin. Mirov sirf ji ber bi kurdî diaxivin tên darizandin. Îjar li hemberî van pêkanînan da em bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin, di serî de siyasetmedar divê gelek derdor bitêkoşin.”

Gezîcî diyar kir ku gava ziman azad be wê aştî jî li gor wê şikil bigire û got: “Gava ziman azad be, wê kurd jî, wê çanda kurdî jî û wê cihê wê yê di civakê de jî hebe. Ji ber ev nayê hezmkirin qedexe wekî çareyê tên nîşandan. Helbet ev helwesteke siyasî ye. Li Tirkiyeyê bivê nevêya aştiyê azadiya zimanê kurdî ye. Em kurd li hemû qadên jiyanê têdikoşin û têkoşîna me ya ji bo azadiya ziman jî didome. Ziman hat qedexekirin, komele hatin girtin… diviya em venekişiyana. Par me Komeleya Ziman a Avestayê ava kir û em li vira perwerdehiya ji bo ziman didin. Îsal jî me deriyên komeleyê ji bo xwendekarên nû vekir.”

Her wiha Gezîcî bal kişand ser helwesta Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya ji bi zimanê kurdî jî û got, daxuyaniya Îmamoglû daxuyaniyeke erênî ye û divê rêveberiyên herêmî yên li Îzmîrê jî ji bo kurdan kursên ziman vebikin. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar