Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Gavek hatiye avêtin, serkeftin dê bi teqez be

Di roja îro de li her derê pêngava bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat avêtin, serkeftina gava yekem û biryardariya di serketinê de da nîşandan.

Piştevanî û bangên ji bo bidawîbûna tecrîdê bi taybetî li Kurdistan û derveyî welat hêjayî silavkirin û pêşxistineke civakî û neteweyî ye. Ji bo vê me gava yekem avêtiye, serkeftin dê li pey were. Ji ber vê divê em xwedî li vê pêngavê derkevin û ji bo encameke mayînde agirê hatiye pêxistin geşkirine. Encama vê bi berdana Leyla Guven dest pê kir. Lê li gel vê jî bila ev jî wisa neyê dîtin gaveke baş e, dev ji xwe berdin. Divê ji vê saetê û şûnde em hê zêdetir zend û bendan ji bo şikandina tecrîd û azadkirina Rêberê Gelê Kurd bikevin nav liv û tevgerê.

Di asta navneteweyî de ji sosyalîstan bigire heta çepgiran û rêxistinên civaka sivîl ji bo bidawîkirina tecrîd û piştevaniya Leyla Guven li her derê peyaman didin. Dîsa nêzî 50 Xelatgirên Nobelê jî ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin. Ev gavên girîng û hêja ne. Ev hêzeke mezin divê bide civaka me û bi taybetî ji bo serhildan gel, dem û mekanên girîng diafirîne. Ji bo vê divê em van derfet û gavan di cih û dem de bibînin û bibin xwedî helwest. Bi dirûşma îro nebe sibe direng dibe, tim di nav lêgerînê de bin.

Yek ji mijara din a ku bi taybetî em li ser baldar bin şerê pîskolojîk û lîstikên dewleta tirk ên  ji bo şikandina berxwedana îro li çar aliyên Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat tê kirin bin. Niha dewlet ji bo valaderxistina vê berxwedanê û piştevaniya Ewropayê bi ziravî lîstikan dihûne û dipîve. Di vê mijarê de bi taybetî ciwan bi rol û pêşeng bin. Ev dem gelek derfetên ku bi dehan caran peyda bûyî me ji dest dayî çêbûye. Ji bo vê ye em bikarin van bibînin û li gorî wê ji bo bidestxweveanîna destkeftiyên hê mezintir dakevin qadan û têkoşînê geş bikin. Jixwe armanca dewleta tirk her demê ku berxwedan û serhildanên gel geş dibin, bi lîstik û şerê psîkolojîk hewl daye vala derxe. Em bînin bîra xwe, 12’ê vê mehê dîsa ji bo bidawîkirina hewldana valaderxistina berxwdana girtiyan bi lez û bez roja betlaneyê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan birin ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike. Hema piştî vê bi rêya êrîşên sîberê twîttera biraziyê Ocalan Omer Ocalan şikandin û li ser hesabê wî bi agahiya ku hevdîtin bi Ocalan re hatiye kirin, xwestin berxwedana girtiyan bidin sekinadin. Lê berxwedêran anî ziman ku ev nayê wê wateyê ku tecrîd bidawî bûye û wê çalakiyên xwe bidomînin. Niha jî tevî Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî bû, parêzer û temaşevan jî tev li rûniştinê nebûbûn. Dozgerê tirk, rewşa heyî ya delîlan kir hincet û xwest, Guven girtî bimîne. Lê heyeta dadgehê jî ragihand ku delîlên di dosyayê de hatine komkirin û bi biryara ‘qedexeya derketina derveyî welat’ biryara berdana Guven da. Ev delîlên ku dadgeh qala wan dike berê jî hebûn, çima niha biryareke wiha dide, ev vekirî nîşaneya têkbirina berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên li girtîgehan e. Ji bo vê ye divê em van lîstikan bibînin û li gorî wê hê zêdetir xwedî li berxwedan û çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê pêş dikevin derbikevin.

Ji vê kêliyê û şûnde erk û berpirsyariyên dikevin ser milê me û gelê kurd hê zêdetir geşkirina serhildanê û gav bi gav ber bi hesreta azadiya Rêber Apo û Kurdistaneke xweser ve ye. Ji bo vê jî ji her demê bêhtir parastina destkeftiyan û gihiştina armancan hê bibiryartir û di têkoşînê de bi isrartir bin.

Pêşeroja me ronî ye, ya em bikin li pey wê ronahiyê meşîn û xwe gihandina hesreta wan kesên ku ji bo ronîkirina wê siberojê têkoşîn kirîn, gavavêtin û pêşveçûyîn e. Em vê nekin, em ê winda bikin û li hemberî xeyalên wan heta hetayê sûcdar bin. Ev meşîn divê bi gavavêtina hemû aliyên kurdî yên li her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê bê avêtin. Nexwe, parçeyî be wê her tim lewaziyên me yên dijmin bikarin li hemberî me bi kar bîne hebin û mîna birîneke kûr ku her tim xwîn bike be. Ji bo ev birîna bi hezarê salan e xwîn jê diçe saxlem bibe, dermanê wê yekitiyeke kurdî û neteweyî bê çêkirin. Ev ne pir zehmet e. Ya girîng têkoşîna parçeyî bikin yek û li ser asta neteweyî ya Kurdistanê bike yek û li dijî dijmin bibe yek helwest e. Ev bibe, dijmin wê bi xwe bê rê. Niha nîvî zêdetir têkoşîna me bi me re ye, em têkoşîna bi xwe re ser bixin a din wê li pey were.

Nûçeyên Têkildar