Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gavên pratîk ji bo têkbirina Erdogan

Erdogan ê tirk bûye mijarek mijûlkirin û gefxwarî li ser piranî dewlet û gelên herêmê. Ji ber destwerdanên wî yên nav dewletên heremî û şandina çete û terorîstan a bi ser wan welatan de aramî û ewlehiya wan ku ji xwe qels bû bi temamî ji holê radibe. Mabesta Erdogan bi tunekirina aramî ewlehiya dewletên aramî daxwaza xwe ya zindîkirina dewleta Osmanî bîne cih. Alayên Erdogan ên ku amade dike û bi ser wan dewletan de dişîne dişibin Alayên Hemîdî yên serdema Osmanî.

Nav diguherin lê naverok yek e. Li gel zordestî û mêtîngeriyên xwe bi rêka bazarganiya ol dixwazin armancên xwe yên desthilatdariyê pêk bînin. Dixwazin bi talankeriya xwe ya aborî, çandî, berhem û mêjûyên civakan bikin mîna çoleke rût.

Di dirêjahiya çar sedsal û nîvan de herêma me ji ber Osmaniyan ev êş dikişandin. Dewlemendî û berhemên hemû welatên bindest dizîn û talan kirin. Di bin nav û perdeya belavkirina ola îslamê de bi destina Qonstantînê ku piştre navê wê kirin ‘Stenbol’ û niha jî navekî din peyda kirine û carnan dibêjin ‘Îslambol’ û hewl didin hemû alemê bixapînin. Ligel ku qet bingehe ke wî tune bû jî zeftkirina Stenbolê bi ayet û hedîsên îslamî ve hat girêdan û kirin navendeke ku pêşengî ji hemû alema îslamê re bike. Ew derew jî mixabin ji hêla kesên bi şaşik û kofî yên wekî Qerdawî û Qeredaxî yên Erdogan wekî xelîfeyê dawîn dibînin ve dihatin kirin. Li gorî wan ji xeynî 72 alayên Erdogan ên bijartî dê kes neçe bihuştê. Bêguman ew jî dizanin ku Erdogan “birayên misilman” xistine bin xizmeta berjewendiyên xwe yên nîjadperest lê mixabin rastiyê nabêjin.

Lewre piraniya rêxistinên terorîst bi cihêrengiya navên xwe hevdû bi kufrê tewanbar dikin. Bêguman ew her Erdogan wekî serkêşê alayên bijartî (birayên misilman) hesab dikin. Ew bawer in ku dê Xweda ya Erdogan bi vekirina herêmê wan şad bike.

Pirsgirêk ne di Erdogan tenê de ye. Bi qasî wî pirsgirêk di dûvik û alîgirên wî yên serhişk û kor de ye. Ew kesên ku wext li gel wan rawestiyaye û li paş mirovahiyê mane ji xwe bawer dikin ku Xweda mafê kuştina mirovan daye wan bi qasî Erdogan sûcdar in. Em hişmendiya gemarî di helwest û sekna hemû alayên çete û terorîstên Erdogan de jî dibînin. Çeteyên Erdogan çi li Sûriyeyê, Iraqê, Sûdanê, Misirê yan jî Lîbyayê bin devera ku ew lêbin talankerî, wêrankerî û kuştin li wê derê heye. Wan kiryarên xwe hemûyan li ser biryarên Xelîfeyê xwe Erdogan pêk tînin. Erdogan belavkirina terorîstan a li heremê wekî mafê xwe yê herî rewa dibîne. Kesên ku li dijî terora Erdogan derkeve kuştina wî rewa dibe. Erdogan bi rêkirina çek û cebilxaneyê xwe gefan li gelê Lîbyayê dixwe, li Misrê gefan dixwe, li Sûriyeyê gefan dixwe, li Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê komkujiyan pêk tîne, bi alîkariya hişmendiya eşîrparêziyê başûrê Kurdistanê dagir dike û di kiryarên xwe yên kirêt ên li başûrê Kurdistanê de tu pîvanan nas nake.

Ev hemû tê wateya ku Erdoganê tirk bûye nexweşiya pençeşêrê ku dermankirina kîmyewî jî êdî feyde nake. Êdî hewceye mirov vî kesayetê nexweş ji laşê Rojhilata Navîn bibire û biavêje sergoyê. Êdî tenê qêrîn û hawar û şermezarkirin têra xelasiya ji terora Erdogan ê tirk nake. Ji bo rizgariya gel û civakên Rojhilata Navîn rojek beriya rojê pêwîstî bi gavên pratîk hene.

Mîna êş rawestandinê ji bo demên kurt dibe ku wateya hinek kiryaran hebe wateya xwe hebin lê ew nexweşiya esasî derman nakin. Em dizanin ku hinek hêz û şirketên ku sînor û netewelan derbas dikin piraniya wan ji nexweşên mîna Erdogan sûdê digirin. Ew jî ji bo berjewendiyên nexweşiya Erdogan li heremê belav dikin.

Lê belê bi avakirina eniya demokrat ku di bin ala wê de hemû hêzên demokrat cih digirin wê karibin hemî civakan ji terora Erdogan biparêzin. Dê karibin parçebûyîna civakan ji holê rakin û birînên civakê derman bikin.

Ji ber vê yekê li gorî nêrîna xwe ya dil nizm dibêjim pêwîst e hemû hêz û rêxistin li her deverê lezê bidin avakirina eniya dijî teror û hevkarên wê. Hemû beşên civakê bila cudahiyên xwe deynin milekî û bêfikar û bêguman mil bidin hevdu.

Nabe em bêjin bila hêzek tenê ji dêvla cîhanê ve şerê terorê bike. Lê belê bi xebat û berxwedana hevbeş a civak û gelan mirov dikare dêvla cîhanê şerê terorê bike. Çawa kurdan bi hevkariya hêzên koalisyonê bi berxwedana xwe ya bêhempa pişta terora DAIŞ’ê şikand bi hevkariya derûdorên demokratîk wê terora Erdogan jî bişikînin.  Li Misirê, li Sûdanê, li Yemenê, li Lîbyayê û li hemû deveran şerê heman teror û heman Xelîfeyî tê kirin.  Ew jî Erdogan ê tirk ê ku xwe misilman nîşan dide û rêberê rasteqîniyê ” birayên misilman” e.

Pirsa lezgîn ku xwe ferz dike; çima ev hemû hêz û rêxistin û eniya li dijî Erdogan berxwedana xwe nakin yek. Bi yekbûna wê eniyê ji bo demokrasiyê dê hêzeke xurt derkeve holê. Gelo wê tu hêz an jî alî berpirsyariya avakirina vê eniyê hilgire ser xwe ya na. Heke ev enî ava bibe wê ji hêlên siyasî, çandî, aborî, civakî û leşkerî ve gelek erk û xebat li pêşiya wê hebin. Ev enî wê bibe dîwarekî asê û zinarek ku hemû ramanên ” birayên misilman” û Xelîfê wan û alayên wan yên Erdogan li ber wê parçe parçe bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar