Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gef û êrîşên dewleta tirk bi kêrî kê tên?

Hêzên DYA’yê û Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk gelek serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku di bin kontrola dewleta tirk de ne kuştin; herêmên ku tê de DIAŞ bi serbestî li kêleka artêşa tirk tev digerin.

Di serî de rayedarên Amerîkayê di qada navnetewî de gelek caran pesnê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê didin û wan wekî hevkarên herî baş di şerê li dijî DAIŞ’ê de nîşan didin.

Lê dema mirov bala xwe dide helwestên welatên hevkarên Koalisyona Navnetewî û DYA’yê yên li hemberî kiryarên dewleta tirk nakokiyeke mezin derdikeve holê. Koalisyona Navnetewî di her firsendê de dibêje ku peywira wan a sereke li Sûriyeyê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye. Lê tevî ku gelek serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de bi hevkariya HSD’ê ji alî hêzên Koalisyonê ve hatin kuştin, tu hêzekê ev pirs ji rayedarên dewleta tirk nekir û negot çi karê wan çeteyan li deverên di bin kontrola te de hene.

De ka em bi hev re bibîra xwe bînin kengî û çawa serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola dewleta tirk de hatine kuştin.

Di sala 2019’an de di encama operasyoneke îstîxbaratî ya hevbeş ya Koalîsyona Navneteweyî û HSD’ê, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî di cotmeha 2019’an de li herêma Idlibê ya di bin dagirkeriya tirk de, bi 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê, hat kuştin.

Di 3’yê sibata borî de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El-Qureyşî di encama operasyoneke hêzên taybet ên Amerîka li bajarokê Atma yê Idlibê hat kuştin, ku ew jî di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye.

Li Eyn Îsayê jî di 23’yê cotmeha 2020’an de serçeteyê herî xeternak ê DAIŞ’ê “Îsmaîl Îdo” li gundê Muilek tevî 22 çete û leşkerekî tirk di kemîneke HSD’ê de hatin kuştin.

Her wiha di 23’yê cotmeha 2021’ê de, serçeteyê DAIŞ’ê Sebahî El-Ibrahîm El-Muslih “Ebû Hemze El-Şihêl” tevî du çeteyên pê re li gundê Edwaniyê yê gundewarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta tirk de, hatin kuştin.

Herî dawî jî beriya çend rojan serçeteyê bi navê Mahir El Aqal li Cindirêsa Efrîna dagirkirî ji alî hêzên koalisyonê ve hat kuştin. Der barê tevgerên vî serçeteyê DAIŞ’ê gerînendeyê (SOHR) Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdulrehman gotibû ku ew serçete bi azadî di navbera Efrîn û Cerablusê diçû û dihat û ne mumkune ku haya dewleta tirk ji wî tune be.

Dema mirov dibîne ku ewqas çeteyên DAIŞ û Nusrayê li wan herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de bi rihetî û azadî tevdigerin bêguman tiştê herî pêşî tê bîra mirov ew e ku hevkariyeke xurt di navbera wan çeteyan û dewleta tirk de heye û bi hevre tevdigerin.

Her wiha piseke din jî tê bîra mirov gelo Amerîka û hêzên Koalisyona li dijî DAIŞ’ê ku dibêjin karê wan ê sereke têkbirina DAIŞ’ê ye, çima ji rayedarên dewleta tirk vê pirsê nakin û nabêjin çi karê wan çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola we de hene?

Ji derveyî wê yekê jî DYA û welatên din bi dewleta tirk re dikevin nava bazara dagirkirina hin deverên din ên Rojavayê Kurdistanê ku kurd lê bi aramî dijîn. Lê rewşa têkçûna ewlekarî û aramiya herêmê li ber çavan nagirin. Her wiha talûkeya mezin a hebûna bi hezaran çete û malbatên wan ên li herêmê nagirin ber çavan.

Li gorî raporan, DAIŞ’ê li Sûriyeyê û Iraqê tevgerên xwe didomîne û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî aramiya herêmê têk dibe û sûdê ji gefên dewleta tirk werdigire. Her wiha li gorî raporên berê destnîşan kirine nêzî 4 hezar heta 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê û Iraqê wek şaneyên veşartî bi cih bûne, ji bilî bi hezaran çeteyên girtî û bi sed hezaran malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne. Her wiha bi hezaran malbatên ku ji bajarên din ên Sûriyeyê koç kirine li vê herêmê dijîn.

Lewre jî heke mirovan van tiştan tevan bide ber çavan, ku destwerdaneke din a dewleta tirk li wê herêmê pêk bê dê bi xwe re tevliheviyeke gelekî mezin bîne ku ne di berjewendiya gelên herêmê ne jî di berjewendiya gelê Tirkiyeyê de ye, her wiha ne di berjewendiya Amerîka û hêzên koalisyona li dijî DAIŞ’ê de be. Heke destwerdaneke nû pêk were dê ew tenê di xizmet û berjewendiya çeteyên DAIŞ’ê de be.

Nûçeyên Têkildar