Piştî provokasyona PDK’ê ya beriya du hefteyan a li Metînayê, nerazîbûna li başûrê Kurdistanê mezin dibe.
Pêşmergeyên Dêrîn û gelek pêşmerge û fermandarên pêşmergeyan ên li Wezareta Pêşmergeyan nerazîbûn nîşanî vê provokasyonê dan.
180 pêşmergeyan di nava hefteyê de ji bo nîşan bidin ku ew li dijî şerekî gengaz ê PDK’ê ne, li Duhokê li kampa perwedeya pêşmergeyan dest ji çekên xwe berdan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên cihê baweriyê hate wergirtin, gelek pêşmergeyên din jî dixwazin dest ji çekê berdin û helwesteke wiha nîşan bidin.
Lê belê hin ji fermandarên PDK’ê ku ji ber belavbûna vê meylê ketine nava fikaran, ji bo pêşmergeyên dest ji çekên xwe berdane vegerînin gefa birîna mûçeyan li wan xwarin.
Fermandarên pêşmergeyan ji bo pêşmergeyan birçî bihêlin ku ji bilî mûçeyan çavkaniyeke xwe ya cuda ya debarê nîne gefeke bi vî rengî dixwin. Her wiha hate ragihandin ku hin ji fermandarên pêşmergeyan jî yên li nava PDK’ê, nîşandana helwesta li dijî şerekî navxweyî weke ‘xiyanetê’ li pêşmergeyan ferz dikin. DUHOK