Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Gefa Erdogan bi destûra Rûsya û Amerîkayê ye

Di salvegera duyemîn a êrîşên li dijî Serê Kanî û Girê Spî de, serokê dewleta tirk a dagirker Erdogan careke din gefa êrîşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û wezîrê wî yê karê derve Mevlût Çavuşoglu jî heman gotin dubare kir.

Diyar e planeke din li dijî vê herêmê tê xêzkirin û êdî encamên civîna Putîn-Erdogan a li Soçiyê aşkera dibin. Erdogan di heman gotinên xwe de Amerîka û Rûsyayê bi hevkariya bi hêzên kurd re tawanbar kir lê di heman wextê de, ger êrîşekê pêk bîne pêwîst e destûra her du aliyan bixwaze.

Ev gera dawiyê di bin bihaneya ku HSD’ê êrîşî hêzên tirk kiriye, derket holê lê belê HSD’ê ev yek red kir û got hêzên wan tu êrîş pêk neanîne.

Ev yek senaryoya destpêka şerê li Sûriyeyê tîne bîra me. Wê demê rayedarên Tirkiyeyê digotin, ew ê fuzeyekê ji aliyê Sûriyeyê biavêjin Tirkiyeyê û wê yekê bikin bihane da ku destwerdanê li axa Rojava bikin.

Ev gava îro jî ne tenê ji serê Erdogan e. Jixwe wî biryara êrîşê daye û destûra van aliyan xwestiye, lewma em ê di rojên pêş de gelek daxuyaniyên din jî bibînin.

Berî çend rojan, Serokê Amerîk Joe Biden got ‘ Tevgerên Tirkiyeyê zirarê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike’ û yekem car Biden helwesteke bi vî awayî nîşan dide. Helbet sedema vê yekê jî, hevkariya Tirkiye û Rûsyayê ye.

Lê em ji bîr nekin ku beriya niha helwestên bi vî rengî yên Amerîkayê hebûn. Di êrîşa dagirkirina Efrînê de, xwe li bêdengiyê danî û tevî hemû sozan jî rê da dagirkirina Serê Kanî û Girê Spî.

Rûsyayê jî, li beramberî Xûtaya Şamê, Efrîn pêşkêşî dewleta tirk kir û guh li çareseriya siyasî neda.

Niha jî Erdogan ne hema ji xwe gefeke bi vî rengî li herêmê dixwe. Diyar e lihevkirina pêkanîna êrîşekê li dijî vê herêmê hatiye kirin û ne dûr e ku armanca wî Minbic an Til Rifet be.

Rûsya ji bo fişarê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bike dikare destûrê bide Tirkiyeyê û careke din rê bidê. Bi taybet ku çavê Rûsya li Idilib e û ne dûr careke wan herêman pev biguherîne û bi vî awayî destê rejîma Sûriyeyê bi hêz bike.

Li gorî agahiyan ku berî çend rojan  dewleta tirk 7 kom kirin yek û dê wan li dijî herêmê bi kar bîne û çavkanîne pêbawer dibêjin ku dewleta tirk xwe amade dike da ku êrîşî herêmê bike.

Nûçeyên Têkildar