Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gefên Erdogan û sozên DYA’yê

Piştî Erdogan ji Amerîkayê vegeriya, careke din gefên tund li bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwar. Hincet hin caran ew bûn ku leşker û polîsên wan hatine kuştin û carna jî bi navê ku êrîş li ser sînor wan çê dibin û divê ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê were parastin.

Erdogan dest pê kir, piştî wê wezîrê wî yê karê derve Çavuşoglo axivî û piştre jî wezîrê wan ê karên şer Hulîsî Akar gef xwar.

Jixwe piştî ku Erdogan ji Amerîkayê vegeriya û gef xwar, berê xwe da Rûsyayê û li gel serokê wî welatî Viladîmêr Pûtîn re civiya. Li pêş kamerayan tiştekî li ber çav hatî gotin nebû, lê pişt masê û kamereyan çi hatiye axaftin û çi bazar hatiye kirin nayê zanîn.  Lê ya balkêş ew axaftina Erdogan dema ku ji Rûsyayê vedigeriya û ji rojnamegeran re qala nûnerê DYA’yê Rojhilata Navîn kir ku çawa wekî lîderekî PKK û YPG û kurdan tevdigere. Bi vê gotinê re Erdogan gotibû dibe ku ev gotina me hinek aliyan jî aciz bike. Piştî vegera ji Rûsyayê bi taybet ev gefên dewleta tirk û rayedarên wê zêde bûn.

Hinek alî dibêjin êdî dê rewşa Sûriyeyê di warê leşkerî de neguhere lê em dema bala xwe bidin nexşeya Sûriyeyê, rewş berovajiye. Ji ber gelek dosyayên aliqî niha mane. Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û dagirkeriya tirk heya, çareyek jêre neyê dîtin, ew ê rewşa eskerî jî wekî xwe nemîne.

Bi taybet em werin ser dewleta tirk û êrîşên wê yên li ser herêmê ku çawa di her firsendê de êrîş dike. Şehba, Eyn Îsa, Tiltemir û Zirgan bi top û obusan û carna jî di bejahî de bi çeteyan her êrîş li ser van deveran çêdibin. Di aliyê ezmanî de jî ji Kobanê bigire heta Dêrikê, bi dehan caran bi balafirên bê mirov êrîş kirine.

Der barê van êrîşan de, ne Rûsya û ne jî DYA ku garantor in û li gel dewleta tirk di cotmeha 2019’an de peyman îmze kirin, tu rola xwe ya rawestandina van êrîşan nalîzin  û bertekên ku li ser gefên dewleta tirk jî em nabînin. Ger bertek nîşan didin jî pir zêde şermok derdikevin.

Di vê navberê de herî dawî di meha îlonê de şandeyeke MSD’ê û pêkhateyên Rêveberiya xweser li DYA’yê bûn û der barê rewşa Sûriyeyê de gelek hevdîtin kirin. Seroka MSD’ê Îlham Ehmed ku serkêşiya van hevdîtina kir, di 19’ê cotmehê de ji Ronahî TV re axivî û wiha got: “Rayedarên amerîkî sozên ku dê destekê bidin rêveberiya bakurê û rojhilatê Sûriyeyê dane. Û hevalbendiya me ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de bidome. ”

Lê dema em bala xwe bidin sozên rayedarên amerîkî, em ê bibînin ku ne cihê baweriyê ne. Ji ber rojekê beriya êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî  Serokê Amerîka yê berê Donald Turmp daxuyanî dabû û gotibû ‘Em dest ji hevalbendên xwe bernadin.’ Di heman rojê de li ser navê Pantagonê jî daxuyanî  hebû ku tê de digot: “Bila hevalbendên me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dil rihet bin, em rê nadin êrîşek li ser wan çê bibe.” Lê roja piştî vê daxuyaniyê ku 8’ê cotmehê hatibû weşandin, 9’ê cotmehê êrîş çêbû û herêm hat dagirkirin.

Ji ber vê yekê, ya girîng li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hazirtî baştir werin kirin û parastina civakî û leşekerî bi hev re xurtir bibe. Di warê siyasî û dîplomasî de jî hewl werin dayîn ku dewleta tirk hîn zêdetir teşhîr bikin, belkî bi van rêbazan pêşî li dewleta tirk bigirin. Ji ber dewleta tirk dixwaze xelkê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet kurdan bike koçber û perîşan.

Nûçeyên Têkildar