Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê bi dest bixe û berê xwe dide wir.

Piştî zêdetirî 10 salan ku dewleta tirk di nava plana dagirkirina hemû axa Sûriyê de bû,wiha bawer dikir ku wê karibe heta bi Kerkûk û Mûsilê kontrol bike û serdema Osmaniyan nûjen bike, îro şaş maye çi bike. Bi rastî jî dewleta tirk heta 2015’an hemû deverên ku çav lê bû bi riya DAIŞ xiste destê xwe û wekî serdemên berê, xwest Ebû-Bekir El-Bexdadî bike Waliyê xwe yê herêmên dagirkirî yên li Sûriyê û Îraqê. Ev yek bi aşkereyî ne wiha be lê di pişt perdeyê de wiha bû. Lê piştî têkbirina DAIŞ’ê çi bû û daxwazên dewleta tirk ji planên “Mîsaqa Milî” vegeriyan kîjan milî?

Dewleta tirk ger li dijî kurdan li rojavayê Kurdistanê şer nedaba destpêkirin, dibe ku îro ewqasî tengav nebûya ku wiha lê hatiye dikare her tiştî bike berdêla qirkirina kurdan. Lê çi û kîjan derî di destê wê de man e?

Ev demekî dirêje Erdogan bang li Beşar El- Esed ku berê jêre digot “Qatil” dike û jê rica dike û dibêje: De were em vê hevdîtinê bikin”. Lê rejîma Şamê heta niha jî bi rêgezên xwe yên diyar kirî ve girêdayî ye û şertê wê yê dest pê kê ew e ku dewleta tirk dagirkeriya xwe ya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bike. Piştî van daxuyaniyên Şamê, vê carê dewleta tirk bi zimanê wezîrê wê yê Parastinê Yaşar Guler gef lireêjîmê xwar û eşkere kir ku ew ê ji cihên dagir kirin e venekşin. Lê ya rast dewleta tirk ji vê nêzbûna ji Şamê çi dixwaze ku berê digot ew ê herin û li Şamê li Mizgefta Umewî de nimêjê bikin?

Ya yekem, armanca dewleta tirk a ku zelal dibêje û Herî dawî Erdogan bi xwe eşkere jî got, ew e ku hikûmeta Şamê bi wan re tevbigere, da li dijî kurdan bikevin nava şer û dawî li rêveberiya Xweser û hêzên HSD’ê bînin. Ya duyem ku ew jî sereke ye, ew dixwazin bi hatina gel hev ya bi Beşar El-Esed re, zextê li Amerîka bikin û bibêjin ger hûn desteka ji bo kurdan bi dawî nekin, em ê bi Esed û Rûsya re li hev bikin û dawî li hebûna kurd bînin.

Enqere wiha dilê xwe bi Rûsya xweş kiribû ku ew ê zextê li Beşar El-Esed bike da bi zorê be jî bîne li ser masê bi Erdogan re bide rûnişkandin, lê daxuyaniyên herî dawî yên Wezîrê karê Derve yê Rûsya Sergî Lavrov û nûnerê wan ê Sûriyeyê Lavrantîf ku tevgra dewleta tirk li ser axa Sûriyeyê bi dewleta dagirker bi nav kir, hêvî nîvço man. Vê carê Wezîrê karê derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan diyar kir ku ew ê leşkrên xwe ji Sûriyeyê venekşînin.

Tevî van daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk, aşkere bû ku Hakkan Fîdan bi Bexdadê re peywendî zêde kirine ku ew vê carê bibe navbênkar da ew û Şamê li hev werin û Peymana Edeneyê ya li dijî kurdan nûjen bikin.

Lê Şam, Rûsya, Amerîka, Îran û welatên rojavayî wî çima ji bo xatirê dewleta tirk desteka şerê li dijî turdan li rojavayê Kurdistanê bidin? Kurd berjiwendiyên van welatan naxin xeteriyê û zirarê jî nadin û nedane van aliyan û berovajî wê bi hemû aliyan re di nava hevsengiyê de ne. Ne dihêlin tu alî wan bi kar bîne û ne jî xwe kirine bazara nava aliyan. Kurd hebûna xwe bêyî zerarê bidi tu aliyan dixwazin biparêzin. Ji ber dewleta tirk ev siyaset û hebûna kurd ferq kiriye, bi her awayî êriş dike û dixwaze tola xwe ji desteserkirina Şaredariyên bakurê Kurdistanê rake. Rewşa kurd a niha hinekî dişibihe serdema Berxwedan û serkeftina li Kobanê ku destek ji hemû aliyan girtin û ya dewleta tirk jî heman yek e ku hêdî hêdî bi DAIŞ’ê re plana wan têk çû.

Nûçeyên Têkildar