Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gel aştiya bi rûmet xwest

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gel qedexe, asteng û bêtehamuliya desthilatdariya AKP/MHP’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin. Di qadên mitîngê de polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd û tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hat şermezarkirin û banga aştiya bi rûmet hat kirin

1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de li Amed, Wan, Stenbol gelek nevendan hat pîrozkirin. Di mitîngên ku hatin li darxistin de polîtîkayên rejîma AKP/MHP’ê hatin şermezarkirin û bertekên tund li dijî tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê zêde bûn.

Bi hezaran kesên li Qada Îstesyonê ya Amedê beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn, daxwaza aştiyê kirin û bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman nîşan didan. Di mitîngê de hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli jî axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî desthilatiyê û wiha got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê qeyûman bişînin.”

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Qada Kartalê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xist. Bi deh hezaran kes beşdarî mitîngê bûn. Li Stenbolê jî şermezarkirina qeyûman mohra xwe li mitîngê xist: Di daxuyaniya hevpar a mîtîngê de wiha hat gotin: “Qeyûm tenê tayînî vîna gelê Amed, Mêrdîn û Wanê nehatiye kirin. Qeyûm êrîşî vîna hemû gelan e.”

Li Wanê jî Mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat lidarxistin. LI vir jî heman polîtîkayên şer ên li ser gelê kurd hat şermezarkirin. Di mitîngê de Hevseroka KCD’ê û Parlamenter Leyla Guven diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyê aktorekî herî girîng e. Guven bi ruhê Kobanê gel vexwand berxwedanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar