Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gel bi meşên 11 û 12 kanûnê de dikare tecrîdê bişkîne’

Nûnerên saziyan û partiyên siyasî ku bal kişandin ser meşên girseyî yên ku dê li Wan û Amedê ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 11 û 12 kanûnê de bên lidarxistin, gotin: “Gelê me bi beşdarbûna meşê dikare tecrîdê bişkîne.”

Zêdetirî 20 meh in tu xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê bênavber didome.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Alîkariya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtiyan re (MED TUHAD FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 11’ê kanûnê de li Amedê û di 12’ê kanûnê de li Wanê meşên girseyî li dar bixin.

Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay der barê mijarê de wiha got: “Tecrîd, pêkanîneke dijî mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li tevahiya girtîgehan belav bûye. Ji bo ev pêkanîn bi dawî bibin, em mecbûr in tecrîdê bişkînin. Ji bo girtî sûdê ji mafên qanûnî negirin tê tecrîdkirin û em vê yekê qebûl nakin.”

Okay destnîşan kir ku kesên xwe bi şer xwedî dikin ji bo aştî çênebe dixwazin pêwendiya di navbera gel û Abdullah Ocalan de qut bikin û got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bûye tecrîdeke sîstematîk.

Bang li jinan kir

Hevseroka TUHAY-DER’ê ya Şaxa Wanê Edîbe Batûrê jî destnîşan kir ku armanca sereke ya meşê şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan rû didin û her hefte hevalek me li girtîgehan jiyana xwe ji dest dide. Divê her kes vê yekê bibîne. Ev tecrîd tenê ne li ser gelê kurd, li ser tevahiya gelan tê pêkanîn. Tecrîdê li ser Abdullah Ocalan pêk anîn û niha sîrayetî tevahiya gel dike. Lewma di serî de jin divê tevahiya gelê me tev li vê meşê bibe.”

Batûr bilêv kir ku ji bo bidawîbûna bêhiqûqîtiyan divê jin û ciwan di refên herî pêş ên meşê de cih bigirin.

Endama TUHAY-DER’ê Halîbe Albayê jî wiha bang kir: “Hem ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hem jî ji bo bidawîbûna zextên li girtîgehan, em hemû kesî vedixwînin meşa ku dê di 11 û 12’ê kanûnê de bê lidarxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar