Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gel dê qeyûman bişîne Enqerê

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, li navçeya dîrokî ya Sûrê bi hilbijêran re kom bû. Welatiyên Sûrê gotin dê qeyûman bişînin Enqerê û Temellî jî got ku dê kavil dewr bigirin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê bi welatiyan re hatin gel hev. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Namzetên Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr bi Temellî re tevgeriyan.  Temellî qehwexaneyeke li Kolana Melîkahmetê ziyarer kir û li kolanê ji aliyê gel ve bi germahiyek mezin hat pêşwazî kirin. Temellî bi gel re derbasî qehwexanê bû û bi gel re sohbet kir. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr herîkin qehwexanê û girse li der ve tije bû û cih di qehwexaneyê de nema.

‘Em ê qeyûman bişînin Enqerê’

Di hevdîtina bi gel re zarok di rêza pêşin de cih girin û Temelî bendewariyên welatiyan guhdar kir. Welatiyên Sûrê, diyar kirin ku dê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqerê û ji Temellî xwestin ku li taxên wan malên şînê bên avakirin. Welatiyan di heman demê piştgiriya perwerdê xwestin û ji tunebûna qadên lîstûkê bi gazinc bûn. Welatiyên Sûrê, dan zanîn ku pirsgirêka wan a bêkariyê heye û xestin ev pirsgirêka wan bê çareser kirin. Welatiyan daxwaz kirin ku dîroka Sûrê bê paratin û bertek nîşanî gotinên Serokkomar Teyyîp Erdogan ên li dijî kurdan dan.

Zarokan hewzê avjeniyê xwestin

Zarokên ku li derdora Temellî kom bibûn, ji Temellî xwestin ku hewzê avjeniyê li taxên wan bên çêkirin. Welatiyan ji Temellî re gotin; “Hûnê kavil dewr bigirin. Bi tonan deynê navçeyê û bajarê mezin hene. Yanî hûnê kavil bigirin.”

Temellî piştî hevdîtina qehwexaneyê, esnafên Kolana Melîkahmetê ziyaret kirin. Welatiyên Sûrê yên gotin “Sûr ya me ye” bi Temellî re li esnafan geriyan. Temellî ku rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Welatiyên rêya Temellî birîn, wêne bi Temellî re kişandin. Temellî û yên pêre, gel vexwendin mîtînga fînalê ya sibe li Qada Îstasyona Amedê bê lidarxistin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar