Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gel êdî ji Erdoganê faşîst natirse

Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Rojava di 6’ê sibatê de bi erhejek dijwar wêran bû. Bi sed hezran kes di bin kavilanên AKP’ê de man. Welatiyên di bin kavilan de ji bo rizgar bibin û li derve jî malbat û xizmên wan ji bo wan rizgar bikin her tişt kirin. Lê desthilata Erdogan ê faşîst çend rojên pêşî tu tişt nekirin. Welatî bi saxî terkî mirinê kirin.

Ligl vê yekê jî gel bi derftên xwe welatî rizgar kirin û dest bi xebatên piştevaniyê kirin. Gel ji pergala gemar bixistinkirîtir bû. Erdogan ê faşîst li şûna ku welatiyan ji bin kavilan rizgar bike û alîkariyê bide erhejzedeyan, xebatên gel asteng kir.  Ev bi serê xwe nîşan die ku bê çiqasî ji mirovahiyê dûr ketine. Di vê erdhejê e careke din hat dîtin ku Erdogan û çeteyên wî ji bo mirovahiyê talûkeya herî mezin in. Jixwe gelê kurd bi salan e vê yekê dîtine û li dijî wê li ber xwe didin. Niha jî gelên Tirkiyeyê di vê erhejê de kêm û zêde ev rûyê wan ê faşîzan dîtin.

Ji bo mirov rastiya faşîstan nas bike hewceye li liv û tevgera wan binêre. Tê gotin ku li ser rûyê dinyayê faşîstê herî mezin yek jê Hîtler bû. Ewqasî ji mirovahiyê dûr ketibû ku bi milyonan kes kuşt. Li ser vê dijmirovahiyê hewl da ku dinyayê dagir bike. Ev helwesta dermirovahî rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekir. Di vî şerî de jî bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji bo çi? Ji bo daxwazên faşîstekî. Niha jî heman faşîzm bi navê Erdogan didome. Lê binêrin, daxwazên vî faşîstî jî yên wekî Hîtlerê faşîst e. Di her alî de dişibin hev û tu cudahiya wan ji hev tune ye. Tişta wan ji hev cuda dike dem û erdnîgarî ye. Di vê dem û ernîgariyê de kesayeteke mîna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heye. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi berxwedana bêhempa li dijî vê faşîzmê li ber xwe dide. Heke îro Erdogan nebûbe Hîtlerê duyemîn ev bi saya berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê ye. Bi saya gerîlayên azadiyê yên ji Zapê heta Metîna, ji Cudî heta Zagrosa li hemberî vê faşîzmê û  êrîşên çekên kîmyewî li ber xwe dide ne.

Bifikirin heke Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK bi berxwedana xwe vî faşîstî nesekinandiba wê niha mirovahî di bin faşîzma vî faşîstî de binaliya. Mina nalîn û hawara erdhejzedeyên di bin kavilan de terkî mirinê bihatana kirin. Faşîzma Erdogan kareseta li ser karesatan e. Bi vê erdhejê careke din derket holê ku divê demildest em dawî li ji vê pergala faşîst bînin. Îro ji her demê bêhtir gel bêtirs li hemberî vê faşîzmê dengê xwe bilind dike. Êdî gel tirsa Erogan faşîst ji ser xwe avêtiye û li dijî wî derdikeve. Ev ji her demê bêhtir şert û mercên têkbirina faşîzma Erdogan derxistiye holê.  Pêşengiya vê yekê bêguman berxwedana Rêberê Gelan Abullah Ocalan dike.

Êdî em ji demsala zivistanê derbasî demsala biharê dibin. Bihar ji bo gelê kurd tê wateya serî rakirinê. Ev pêla serhildanê ku heta niha bi berdêlên giranbuha aniye vê astê, niha bi beşdariya gelên Tirkiyeyê berfireh bûye. Divê baş were zanîn ku êdî  faşîzma Erdogan derba mirinê xwariye û li ber hilweşînê ye. Dibe ku wekî gurê har hewl bie êrîş bike, lê êdî êrîşên wan ên hovane jî fêde nake. Li cihê ku berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, berxwedana gerîlayên azadiyê û gelê kurd gihaştibe hev tu hêz nikare xwe li ber wê bigire. Dema ku berxwedana gelên Tirkiyeyê jî beşdarî vê berxwedana bêhempa bibe wê demê tu rê ji faşîstan re namîne. Dawiya wan jî wê bibe mîna Hîtler û hw.

Ji bo em demidest ji ev faşîstê har xelas bibin beriya her tiştî divê em Rêberê Gelan Abullah Ocalan ji îşkencexaneya Îmraliyê derxin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo vê şert û mercên azadiyê ji her demê bêhtir guncav e.

Nûçeyên Têkildar