HDP kongreya xwe ya 4’emîn a asayî pêk anî. Kongre rêveberiya xwe ya nû hilbijart û bi serkeftî derbas bû. A rast mirov bibêje, ne hevserokên nû ku hatin hilbijartin, ne jî peyamên ku hatin dayîn zêde bala raya giştî kişandin. Di kongreyê de dîmenên herî balkêş tevlêbûna gel bû. Tevlêbûna gel moral û coşek çêkir. Ji bo pêşerojê hêviyên mezin ava kirin. Di bin ewqas zor û zehmetiyan de, tevlêbûnek ewqas bi heybet, dost û hevalan kêfxweş kir, dijmin û neyaran jî teqandin.
Li ser HDP’ê zextên û êrîşên pir dijwar hene. Dîsa lîstikên mezin û cuda cuda hene. Hemû hêz li ser HDP’ê hesaban dikin. Dixwazin, wê li derveyî siyasetê bihêlin. AKP û MHP bi êrîşan, bi girtin û binçavkirinan, dixwaze wê bê hêz bihêle û teslîm bigire. CHP bi destê hin kesên ku di nav CHP’ê de, xwe wek demokratên sosyal bi nav dikin, hesaban dike û dek û dolaban digerîne ku HDP’ê qesl bike. Partiyên nû yên tên avakirin jî li ser kurdên muhafazakar hesab û kitêban dikin. Gelek hêz in, rêbazên wan cuda ne lê armanca yek e: HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin û hêza gel ji bo xwe bi kar bînin.
Di nav HDP’ê de jî hin nêzîkatî hene ku xizmetê ji hin derdoran dikin. Bêguman gelek kêmasî û mijarên rexnekirinê hene ku mirov li HDP’ê bike. Lê ev kêmasî û rexne ewqas bê pîvan û li derveyî ehlaq û çanda siyasetê tên kirin ku mirov matmayî dimîne. Hin kes û derdor, hemû tiştî danîne cihekî tenê li ser kesan nîqaşan dikin. Zihniyet, fikir û îdeolojiyan ji bîr kirine; ked û bedelan ji bîr kirine; zilim û zor, êrîş û zextan ji bîr kirine; ji bo wan hebe tune be nîqaşên kesan û li ser van kesan meşandina çanda siyaseta popûlîst e. Ev nêzîkatî şaş in û pir bi xetere ne.
Wekî din siyasetek elîtîst û burokratîk ne çanda siyaseta demokratîk e. Tê gotin ku her roj em di nav gel dene. Ev ne rast e . Xuyakirina di nav gel de ne siyaseteke civakî ye. Bi çanda dewlet û desthilatê, bi jiyana burokratîk û elîtîst her roj di nav gel de xuya bikî jî, tu qiyameta wê nîn e. Rast e êrîş hene lê mirov hemû tiştan nikare di bin siya êrîşan de veşêre. Bi sekn û jiyanek sade, bi afirandina rêbazên cuda û bo guhertina awayên xebatan, mirov dikare gelek tiştan bike.
Li hember ewqas êrîşan parastina pozîsyona xwe û paş ve gav neavêtin, bêguman seknek baş û di cih de bû. Hin tiştan parast û gelek lîstîk jî vala derxistin. Lê sekna berê têrî pêşveçûnên ku li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin nake. Tevlêbûn û xwedîderketina gel a li kongreyê dê bibe bingeha demeke nû.