Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

“Gel pirsa ‘çima tecrîda li ser Ocalan didome’ dike”

Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr anî ziman ku daxwaza welatiyan ew e ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan têbikoşin û divê tecrîda li Îmraliyê û ser civakê bê rakirin

Her diçe tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê girantir dibe. Lewma li her dera cîhanê, Kurdistanê û Tirkiyeyê her diçe bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sêrtê Yûsûf Batûr jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê nirxand û ji bo aştî pêk bê bal kişand ser şikandina tecrîdê.

Batûr destnîşan kir ku di serdanên gund, tax, bajarok, navçe û navenda bajêr a Sêrtê de welatî daxwazên xwe tînin ziman û yek ji van daxwazên sereke jî têkoşîna li dijî tecrîdê ye. Batûr diyar kir ku gel dixwaze rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û wiha got: “Gel ji me dipirse ‘Çima tecrîda li ser Ocalan didome?’ Daxwaza gel ew e ku ji bo tecrîd bê şikandin ji destê kê çi tê divê bike. Daxwaza gel, pêşî rakirina tecrîdê û dû re azadî ye.”

Batûr da zanîn ku tecrîda êdî li hemû qadan belav bûye û wiha axivî: “Tecrîda ku di sala 1999’an de li Îmraliyê dest pê kir, niha li gelek deran didome. Bi tecrîdê tê xwestin ku bi darê zorê bidin qebûlkirin.”

Bêhiqûqitiya li Îmraliyê

Di axaftina xwe de Batûr destnîşan kir ku yek ji muxatabên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye û got ku CPT tenê daxuyaniyan dide lê belê tu gavên berbiçav navêje û wiha domand: “Daxuyaniyên xwe jî bi tirs dide. Divê wêrek be û li gor wê gavan biavêje. Nebûna hevdîtina bi telefon, bi parêzer û malbatê re wekî tiştekî asayî tê nîşandan. Lê belê divê her hefte hevdîtin çêbibe. Di vir de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bi qasî CPT’yê sûcdar e. Wan jî xwe li bêdengiyê daniye.”

Sedema şerê li Rojhilata Navîn

Her wiha Batûr anî ziman ku sedema şerê li Rojhilata Navîn jî tecrîd e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Feraseta ku ez Ocalan tecrîd bikim ez ê wê derê çavtirsandî bikim û ez ê kurdan hemûyan têxim bin kontrola xwe, heye. Ji ber vê tecrîdê didomînin. Lê belê heya ku tecrîd ranebe dê şerê li Rojhilata Navîn jî neqede.” SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar