Ji bo parastina gund, navçe û bajarên xwe ji dagirkerî, talan û diziya dewleta tirk û çeteyên wê biparêzin, gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê rahiştin çekan û daketin kolanan
Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê piştî ku hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî axa wan êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin, rahiştin çekan û dest bi parastina axa xwe kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, şêniyên herêmê ji bo ku gund, navçe û bajarên xwe ji dagirkerî, dizî û talana dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê biparêzin, rahiştin çekan û daketan kolanan.