Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gel xwe li gorî şer bi rêxistin kiriye

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnûs anî ziman ku ew sîstema avakirin û parastinê her tim bi hev re dimeşînin û wıha got: "Saziyên Rêveberiya Xweser û gelê me li gorî şer, ambargo û êrîşan hatine birêxistinkirin. Serkeftin wê bibe ya gelê ku biryar li ser berxwedanê daye."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnûs têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê û xebatên tên meşandin de agahî da. Telat Yûnûs diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşê ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikewiha got: “Dewleta tirk ji bo şikandina îradeya gelê me her cûre êrîşan ji xwe re weke mafekî dibîne. Têkbirina şoreşa azadî û demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bidawîkirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji xwe re kiriye armanca yekane. Carna ji aliyê cografîk ve bi dagirkeriyê, carna jî ji bo têkbirina aramî û ewlehiya herêmê her cûre êrîşan ji xwe re weke mafekî dibîne. Bi vî rengî dixwaze ku gelê li herêmê timî di nava krîz û kaosê de bimîne.”

Dewleta tirk a dagirker êrîşî binesaziyên Rojava dike

Telat Yûnûs destnîşan kir kuêrîşên dawîdewleta tirk a dagirker bi giranî li ser saziyên xizmetê û binesaziya herêmê ûn û wiha domand: “Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe ji bo hêsanîkirina jiyana gel û bersivdayina li pêwîstiyan sazî ava kir. Dewleta tirk êrîş bir ser van saziyan. Bi vî rengî xwest ku Rêveberiya Xweser li pêşberî gel bêçare bihêle. Xwest ku gelê herêmê yê bi salan e li hemberî komkujî, dagirkerî û qirkeriyê li ber xwe dide, neçarî koçberiyê bike. Ji bo pêşî li serketinên QSD’ê yên operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê bigire, ji bo têkoşîna li hemberî terorê lawaz bike û bi vî rengî komên çete yên mîna DAIŞ’ê li herêmê hîn çalak bike, êrîşên xwe zêde kir.”

 

Yûnûs bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser bi şoreşa gelan ava bûye û wiha lê zêde kir: “Sîstema xwe ya parastin û avakirinê her tim bi hev re meşand. Li ser vê esasê hem saziyên Rêveberiya Xweser hem jî civaka me ya berxwedêr bi salan e xwe bi rêxistin kir. Jiyana xwe ya rojane jî li gorî şer, ambargo û êrîşan bi rêxistin kir. Êrîş ji xwe her tim hene, ji bo derfetên Rêveberiya Xweser kêm bike û bêbandor bike, siyaseta ambargo û îzolekirinê her tim tê meşandin. Rêveberiya Xweser ji bo bersivê bide pêwîstiyên gel, xwe li gorî van şert û mercan bi rêxistin kiriye û karê xwe bi vî rengî dimeşîne.”

Rêveberî û sazî bi xebatên xwe bersiv dan êrîşan

Têkildarî bandora êrîşan a li ser jiyana gel û binesaziya herêmê jî Yûnûs ev tişt anî ziman: “Êrîşên dawî bêguman bandoreke xwe ya cidî hebû. Bi taybetî êrîşa li ser qadên tenduristî, av, enerjî û petrolê ku bersivê didin pêwîstiyên bingehîn ên gel, bû sedema hin zehmetiyan. Ji aliyê peydakirina av, elektrîk û mazotê ve pirsgirêk rû dan. Rêveberiya Xweser û saziyên wê, tevî gel bi hev re tevgeriyan. Bi vê yekîtiyê li hemberî êrîşan gaveke bi tenê jî bi paş ve nehate avêtin. Her kes li ser karê xwe ma. Ji bo deverên êrîş li ser hate kirin ji nû ve bikevin xizmetê, gel, hêzên xweparastina civakî û saziyên Rêveberiya Xweser gelekî hewl dan. Ji ber vê yekê jî di demeke kurt de bi derfetên kêm qet nebe ji bo pirsgirêka av, nan, mazot û elektrîkê çareserî hate peydakirin. Bi vî rengî pêşî li rûdana krîzeke hîn mezintir hate girtin. Li hemberî van êrîşên dijmin, gel, rêveberî û saziyên me 24 saetan bênavber xebitîn û bersiva herî bi bandor dan.”

Sekna gel êrîş vala derxist

Yûnûs destnîşan kir ku li gel êrîşan hemûyan jî gel li pişt sazî û hêzên xwe sekinî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dest ji cih û warê xwe bernedan. Her kes li ser karê xwe man. Gelê me biryara xwe ya berxwedanê bi biryardariyeke hîn mezintir dewam kir. Ev sekn û israra gel kir ku êrîş negihêje armanca xwe, di heman demê de ji hêzên parastinê û saziyên Rêveberiya Xweser re bû piştgiriyeke mezin. Bêguman mafê herî xwezayî yê gelê me ye ku daxwaza bersivdayina li pêwîstiyên jiyanî yên bingehîn bike. Rêveberiya Xweser rêveberiya gel e. Her tim ji bo bersivdayina li pêwîstiyên gel û civakê, ji bo ewlekariya civakê di nava hewldanan de ye. Bêguman wê vê yekê jî bi gel re bike. Rêveberiyek bêyî gel nikare bersivê bide pêwîstiyan û di şer de jî nikare bi ser bikeve. Gel û rêveberî dema bi hev re tevbigerin hingî serketin pêk tê, serkeftin wê bibe ya gelê ku biryar li ser berxwedanê daye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar