Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelan rojbûna Ocalan pîroz kir

Li rojavayê Kurdistanê gelê kurd, ereb, suryan bi şahî û çalakiyên cihêreng rojbûna Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku rojbûna Ocalan rojbûna wan e

Bi boneya 73’yemîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserî rojavayê Kurdistanê çalaki û şahî hatin li darxistin. Di çalakiyan de şitilên daran hatin çandin, daxuyanî hatin dayîn û govend hat gerandin.

Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li herêma Cizîrê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, li Stada 12’ê Adarê şahiyek li dar xist. Bi sedan pêkhateyên herêma Cizîrê yên kurd, ereb û suryan, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.

Bi boneya 4`ê Nîsanê ku rojbûna Ocalan Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Parka 4`ê Nîsanê vekir. Di merasîma vekirinê de endama Komîteya Rêbertî ya Tebqayê Şeza El-Hisên bi daxuyaniyekê got: “Rojbûna rêber Ocalan rojbûna azadî û avakirina PKK`ê ye, her wiha destpêka azadiya gelan e û roja zayîna fikra neteweya demokratîk e. Bi vî şeklî rojbûna Rêbertî bû rojbûna me tevan.”

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi boneya rojbûna Ocalan 170 şitil li Baxçeyê Rêbertî yê navçeya Amûdê çandin. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star û bi dehan şêniyên navçeyê tev li çandina şitilan bûn.

Bi heman boneyê şêniyên navçeya Til Hemîs û endamên saziyên sivîl bi dehan şitil li goristana şehîdan a navçeyê çandin. Beşdaran alên Kongra Star û saziya Malbatên Şehîdan û wêneyên Ocalan rakirin.

Şêniyên Hesekê rojbûna 73`yan a rêber Ocalan pîroz kir

Saziyên civaka sivîl û leşkerî li bajar û navçeyên kantona Hesekê bi boneya rojbûna Ocalan a 73`yemîn çalakiyên cuda li dar xistin.  Şahiyên li Hesekê, Dirbêsiyê û Şedadê, bi beşdariya endamên Kongra Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, şênî û hêzên leşkerî hatin lidarxistin. Di şahiyan de şitilên daran hatin çandin, daxuyanî hatin dayîn û govend hatin gerandin.

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê rojbûna rêber Ocalan pîroz kir

Meclisa Kampa Veger a li navçeya Şêrawa li kampê parka bi navê Rêber Ocalan vekir. Her wiha şêniyên Efrînê di bin dirûşma “Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi rêber Apo re azad bijîn” li park, kamp û cihên giştî dar çandin.   Meclisa Kampa Veger a li kampê ‘Baxçeyê Rêber Ocalan’ vekir, dayika şehîd Ciwan Efrîn Mewlîde Mistefa şerîta derî birî û piştre şêniyan dest bi çandina daran kir. Her wiha li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê, Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn, Kampa Efrîn a li navçeya Ehdas û li kampa Şehbayê ya li navçeya Şêrawa bi sedan dar hatin çandin. Şêniyên navçeya Til Rifet, Ehdas, Fafînê û bajarokê Babinis û gundên wê jî li deverên giştî dar çandin.

Wateya rojbûna Ocalan ji bo jinên çerkez, kurd û ereb

Jinên çerkez, kurd û ereb ên Minbicê jî 4’ê Nîsanê rojbûna  Ocalan pîroz kirin. Jinan rojbûna Ocalan wekî rojbûna şoreşa jinê û azadiya wê bi nav kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar