Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gelê Amedê bersiv da Erdogan: Ev der Kurdistan e

Welatiyên Amedê bertek nîşanî gotinên Erdogan ku di got; ‘li Tirkiyeyê cihekê bi navê Kurdistanê nîne.’ Welatiyan got ku temamiya rojhilatê Tirkiyeyê Kurdistane û gelê kurd jî gelê herî kevnar û qedîm ê vê xakê ye

Serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan di 9’ê adarê de di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Amedê mîtîng pêk anî. Erdogan li Amedê got; ‘li Tirkiyeyê cihekî bi navê Kurdistanê nîne. Yên ji Kurdistanê pir hez dikin bila biçin bakurê Iraqê. Li vir cihekî wisa nîne. Başûrê rojhilat heye.’ Erdogan di mîtîngên xwe yên li bajarên cuda de jî wiha di got: “Yên ji Kurdistanê hez dikin bila bicehimin biçin bakurê Iraqê.” Têkildarî gotinên Erdogan, gelê Amedê axivî û bertek nîşan dan. Welatiyan cihê ku Erdogan jê re dibêje ‘başûrê rojhilat’, Kurdistan e.

Der barê mijarê de ciwana 25 salî Semîre Uzunboy anî ziman ku ew li Kurdistanê dijîn û wiha domand: “Em li Kurdistanê ne. Em li vir ji dayik bûn û em hêvî dikin ku li vir bimirin. Min çavê xwe li ser vê axê vekir. Dapîr û bapîrê min jî li ser vê axê ji dayik bûn û çûn ser dilovaniya xwe. Ew çiqas înkar bikin jî rastî nayê guhertin. Gelê Amedê dizane rastî çiye.”

Kurd êdî înkarê qebûl nakin

Welatiyê 74 salî Çelebi Topuz jî diyar kir ku bi salan e gelê kurd û Kurdistan tê înkarkirin û wiha got: “Kurd li çar aliyên hene. Hedê kê heye ku derî nîşanî kurdan bide? Yên me înkar dikin û derî nîşanî me didin me perçe dikin. Cihê ew dibêjin başûrê rojhilat, em dibêjin Kurdistan. Ma em bajaran yek bi yek bibêjin. Ev ne gotineke rast e. Kurd ji vê saetê û şûnde vê înkarê qebûl nakin.”

Ji ber ku deng dida HDP’ê ji cerdevaniyê dûr xistin

Di heman mijarê de Abdullah Gezkîn ku di demên berê li gundê Terkanê cerdevanî dikir jî wiha got: “Min ji ber ku dengê xwe dida HDP’ê, ez ji cerdevaniyê dûr xistim. Hemû kesên deng didin HDP’ê weke terorîst dibînin. Di mîtînga seyar e ya Amedê de jî pirsa; ‘ma cihekî bi navê Kurdistanê heye?’ dikir. Em jî dibêjin erê heye. Temamiya Rojhilat, Kurdistan e.”

‘Em kurd mafdarin’

Têkildarî mijarê Emîn Ceren jî bertek nîşan dan û daxuyand ku ger cihekî bi navê Kurdistanê nebe, wê demê ew jî tune ne û wiha derbirî: “Em kurd mafdar in. Em ji Mezopotamyayê ne. Ev der Kurdistan e. Kes nikare me ji vir biqewirîne. Bi salan e li vir xwîn tê rijandin. Çima? Ev têkoşîn ji bo vî zimanî û nasnameyê ye. Yên ku me înkar dikin bila li dîroka xwe binihêrin bê ka çawa li ser înkar û dagirkeriyê hatine avakirin.”

‘Herî baş Erdogan dizane bê kar Kurdistan ku dere’

Seyarfiroşê 70 salî Fahrî Haci jî bertek nîşanî Erdogan da û bilêv kir ku bila Erdogan di serî de pirsa ‘ez ji ku hatime?’ li xwe bike. Haci got ku kurd gelê herî kevnar û qedîm ê vê xakê ye. Welatiyê 50 salî Mehmet Şukru Gezer jî diyar kir ku yê herî zêde Kurdistanê dizane Erdogan bi xwe ye. Gezer destnîşan kir ku Kurdistan cihê kurdane û înkarkirina wê, înkarkirina kurdan e. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar