Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê Amedê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

Welatiyên beşdarî kongreya DBP’ê bûn bertek nîşanî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin dan, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin.

Rêberê GelanAbdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, zêdetirî 31 meh in agahî nayên girtin. Welatiyên amedî yên beşdarî kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya li Amedê hate lidarxistin bûn, banga rakirina tecrîdê kirin.

Îhsan Înatçi diyar kir ku tecrîd pêkanîneke dermirovahiyê ye. Înatçi, anî ziman ku weke her mirovî mafên mirovekî girtî jî hene û wiha got: “Tecrîdkirina mirovekî ku bi mîlyonan kes jê bawer dikin, tecrîdkirina gelan e. Lewma ev tecrîd tu carî nayê qebûlkirin.”

Înatçi, bal kişand ku li Îmraliyê pergaleke cuda xistine meriyetê û ev bang kir: “Ekonomî hema bêje têk çûye. Kes nikare debara xwe bike. Bidawîbûna vî şerî feydeyê herkesê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bê rakirin. Em tecrîdê qebûl nakin. Divê ev tecrîd bê rakirin û gelên li welat bêhnê bistînin.”

Nûran Abay destnîşan kir ku divê demildest tecrîd bê rakirin. Abay, anî ziman ku heta ku tecrîd rabe dê têbikoşin û wiha got: “Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Em narawestin, ji bo ku tecrîd bê rakirin û aştî pêk were em ê li kolanan bixebitin.”

Şeyhmûs Çakar bal kişand ku bi salane ji hevdîtina malbat û parêzeran re destûr nayê dayîn û ev tişt anî ziman: “Tecrîdeke gelek zor tê pêkanîn. Ne tenê gelê kurd, hemû gel tên tecrîdkirin. Ne gelê kurd ne jî tu kes vê tecrîdê qebûl nakin. Em vê tecrîdê şermezar dikin.” Çakar, bi lêv kir ku bi rakirina tecrîdê aştî dikare bê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan li aliyê aştiyê ye. Dema tecrîd giran dibe şer jî giran dibe. Divê ji bo aştiyê tecrîd bê rakirin.”

Yek ji Dayikên Aştiyê Behiye Sevîm jî got ku tecrîd “sûcê mirovahiyê” ye. Sevîm diyar kir ku ji mirin, komkujî, şer û tecrîdê re dibêjin na û wiha got: “Em dayik naxwazin tu dayik bigirîn. Ji ber vê yekê divê dayik derkevin kolanan û ji tecrîdê re bêjin ‘êdî bes e’. Bila demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin, tecrîd bê rakirin û aştî were avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar