Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê asur duh ji ber Osmaniyan û îro jî ji ber neviyên wan koçber dibin

Gelemperiya Til Temirê ji welatiyên asur, kurd û ereban pêk tê. Asurên ku ji ber komkujiyên Osmaniyan koçberî herêmê bûn, niha careke din ji ber êrîşên dewleta tirk koçber dibin. Welatiyên asur wiha bang li cîhanê dikin: “Gelo me em ê çend carên din koçber bibin?”

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji 9’ê cotmehê ve êrîşî rojavayê Kurdistanê dikin û dixwazin temamiya Rojava dagir bikin. Yek ji cihên ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe li ser zêde kirine jî navçeya Til Temirê ye ku asur, ereb û kurd lê dijîn.

Di sala 2015’an de jî çeteyên DAIŞ’ê li ser xeta Xabûrê êrîşî gelek gundên Til Temirê kiribû û gelek kes qetil kiribûn. Bi mudaxeleya şervanên YPG û YPJ’ê êrîşên çeteyan hatibûn şikandin û gelê asur ji komkujiyeke mezin hatibûn rizgarkirin. Ji Til Temirê heta Hesekê li seranserî Çiyayê Kizwanê (Abdulazîz) 33 gundên asuran hene. Piştî êrîşên wê demê asur neçar man ku koçî herêmên cihê bikin. Piştî ku HSD’ê derbên giran li DAIŞ’ê dan, gelek asur vegeriyan gundên xwe.

Ji ber komkujiyên Osmaniyan reviyane

Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê careke din li ser asuran gef tên xwarin. Gelê asur dibêje ku êrîşên dagirker ên dewleta tirk îstîqrara li herêmê xerab dike. Der barê mijarê de jina asur a bi navê Jûlîet Gîvarkîs a ji gundê Til Rûmanê ku ji ANF’ê bi Ersîn Çaksu û Mihemed Seydî re axivî diyar dike ku beşeke zêde ya asuran ji ber komkujiyên Osmaniyan reviyane û hatine herêmê.

‘Li herêmê îstîqrar hebû’

Gîvarkîs diyar kir ku li vê herêmê li ser xeta Xabûrê 33 gundên asuran hene û wiha dom kir: “Beşekê zêde ya asuran di serê sedsala 20’an de ji aliyê Bakur hatin. Di sala 2015’an de dema DAIŞ’ê êrîşî gundên me kir, gelek asur hatin qetilkirin û revandin. Ji ber vê gelê asur koç kir. Ez bi xwe jî koçber bûm û salekê li Hesekê mam. Li herêma me îstîqrar çedibû, gel hêdî hêdî vedigeriya. Gelê me yê ku koçî Lubnanê bûbû jî vedigeriya.  Lê niha êrîşên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê dest pê kir.”

‘Ma em ê çend caran koçber bibin?’

Bi berdewamî jî Gîvarkîs got ku ew êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê qebûl nakin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk îdia dike ku dê van deran azad bike? Gelo dê kê azad bikin? Jixwe em azad in. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên mafên mirovan dikim. Bila vê dagirkeriyê bidin sekinandin. Me heta niha 9 caran koç kir. Gelo ma em ê hêj çiqas koçber bibin? Em aştiyê dixwazin. Em gelên herêmê, em hemû yek in.” TIL TEMIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar