Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Gelê Başûr bi çalakiyên mezin dikare pêşî li komkujiyan bigire’

Rojnameger û mamosteyên zanîngehê yên Soranê diyar kirin ku bêdengiya hikûmeta herêmê û ya Iraqê, ji bo qetilkirina sivîlan hêz dide dewleta tirk. Axaftvanan bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku divê gelê herêmê li dijî van komkujiyan çalakiyên mezin li dar bixin

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam dike. Berevajî bêdengiya hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê, gelê herêmê li dijî dagirkeriyê bi hêrse û dixwazin gel rabe serhildanê. Der barê mijarê de mamosteyên zanîngehê û rojnamegerên Soran a Silêmaniyê bi Rojnewsê re axivîn.

Têkildarî mijarê rojnameger Mihemed Çavşîn anî ziman ku dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê sivîlên li herêmê qetil dike. Çavşîn wiha dom kir: “Êrîşên artêşa tirk ji bilî ziyanên canî, ziyaneke mezin a aborî û jingehê jî da gelê herêmê. Xelkê herêmê li ser mal û milkê xwe tên penaberkirin. Li hêlekî bêdengiya hikûmeta herêmê û ya Iraqê, li hêla din jî bêdengiya civaka navdewletî heye. Ev bêdengî jî hêzê dide dewleta tirk a faşîst ku li dijî başûrê Kurdistanê binpêkirin û destdirêjiyan bike.”

‘Piştî hevdîtina li Hewlêrê qetilkirina sivîlan zêde bû’

Mamostayê zanîngehê Mexdîd Hacî jî got ku divê hikûmeta herêmê û ya Iraqê ji bo parastina xaka xwe xwedî helwestên cidî bin û wiha derbirî: “Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglu ya li Hewlêrê, hikûmeta Tirkiyeyê êrîş û bombebaranên xwe zêde kirin. Di demên dawî de jî hejmara sivîlên tên qetilkirin zêdetir dibe. Ji ber dagirkirina herêmê û qetilkirina sivîlan divê parlamenter, desthilatdarên Iraqê û herêmê bên rexnekirin.”

Bang li gelê Başûr kir

Ji mamosteyên zanîngehê Loqman Şilanî jî bi lêv kir ku dagirkirina xaka Kurdistanê û şehîdxistina xelkê sivîl, lewaziya Iraq û herêmê nîşan dide û wiha bi dawî kir: “Xuya dibe ku her du hikûmet jî nikarin welatiyên xwe biparêzin. Divê hikûmet û desthilatdar ji bo ku karesatên bi vî awayî dubare nebin, pêşî li ber bigirin. Mixabin piştî karesata li Kortekê nerazîbuneke mezin çênebû. Divê xelkê Kurdistanê bi taybet jî xelkê Balekayetî, Biradost û Qendîlê xwepêşandan û çalakiyên mezin lidarbixin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar