Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Gelê Başûr: Bila hêzên li Zînî Wertê ji wir vekişin

Ji bo ku hêzên çûne Zînî Wertê bicihbûn û bûne sedema aloziyê ji herêmê vekişin û bi rêya diyalogê pirsgirêk bê çareserkirin, biryar bû ku îro welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlamenter û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmaniye, Helebçe, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê berbi Zînî Wertê ve meşeke girseyî lidar bixin. Lê girseya gel a ku dixwest ber bi Zînî Wertê ve bimeşe, ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin.

‘Rê nedan dayik û malbatên şehîdan’

Girseyê li seytera Qemteran daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de çalakvanê civaka sivîl Dilşad Mîranî nerazîbûna xwe li hemberî astengkirina girseya gel a ji aliyê asayîşê ve nîşan da û wiha got: “Me ji bo ku peyama aştiyê û daxwaza xelkê Kurdistanê bigihînin, bi sedan kîlometre derbas kir. Lê mixabin em li seytereya Raperînê hatin astengkirin. Van hêzan ne tenê ji me re astengî çêkirin, di heman demê de astengiyê ji dayikên şehîdan û malbatên şehîdan re jî çêkirin. Dayikên ku zarokên wan di şerê navxweyî de şehîd bûne û dilê wan şewitîne, dizanin dilşewitîn çiye. Ji bo vê daxwaza me û hemû malbatên şehîdan ew e ku ew hêzên li Zînî Wertê vegerin cihên xwe. Em bang li hikûmeta Iraqê jî dikin êdî re nede dewleta tirk serweriya xaka Iraqê binpê bike.”

Bang li hêzên li Zînî Wertê kirin

Piştre jî li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê parlamentera berê Geşe Dara ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji bo aştî, aramî û yekitiya gelê kurd, ji bo parastina destkeftiyên xebata rizgarîxwaz û têkbirina planên dagirkeran, ji bo dûrxistina agirê şerê navxweyî, ji bo piştgiriya daxwazên xelkê, parastina asayîş, xak û xelkê Kurdistanê îro hatine vê derê.

Bê guman ew dagirkerî, dagirkeriya li ser Kurdistan û egera şer a li vê herêmê, metirsiyek mezin li ser yekitiya neteweyî ya hemû gelê kurd çêdike. Ev plana dagirkerên Kurdistanê ye û divê em hemû, bi hemû awayekî li hember derkevin. Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ji bo daxwazên xelkê Zînî Wertê didin nîşandan. Em bang li hemû hêzan dikin ji bo ku şer rû nede, hemû hêzên xwe vegerînin cihên xwe yên berê.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar