Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Gelê Başûr divê bi serhildana xwe rê nede dagirkeriyê’

Nûnerên siyasî û welatiyên Başûr têkildarî dagirkeriya dewleta tirk axivîn. Welatiyan got ku dewleta tirk bi dagirkeriya xwe Mûsil û Kerkûkê hedef digire. Welatiyan diyar kir ku tu hêviyeke wan ji desthilatên Başûr nîne ji ber ku wan bi xwe dagirker anîne ser xaka wan. Welatiyan bang li gelê Başûr kir ku rabin ser pêyan û rê nedin dagirkeran

Dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê di 27’ê gulanê de li dijî herêma Xakûrkê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Li hemberî vê hewldana dagirkeriyê, ji bilî hêzên desthilat ên başûrê Kurdistanê, gelek derdorên cuda yên civakê bertek nîşan dan. Têkildarî mijarê parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û endamê Polîtburoya Hizba Komunîst a Kurdistanê (Hizba Şîuyî Kurdistanê) Ebu Karwan Faris û welatiyên Seyîdsadiqê bi Rojnewsê re axivîn.

Ebu Karwan Faris anî ziman ku divê li dijî êrîşên li ser Xakûrkê û sînorên başûrê Kurdistanê, gelê Başûr û hikûmeta wê xwedî helwest be û wiha domand: “Diyare ku hinek partî û aliyên siyasî ji ber berjewendiyên xwe, bêdeng in. Ev tiştekî rewa nîne. Gelê Başûr ji dagirkeriyê û bêdengiya hinek aliyên siyasî aciz e. Li gorî makeqanûnê, parastina sînor erka hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Artêşa tirk bi derbaskirina sînor re qanûnên navdewletî binpê dike. Em li dijî vê zêdegaviyê ne. Divê ev helwest dijwartir bibe. Ji ber ku li ser Başûr êrîşeke dijwar heye. Armanca dewleta tirk dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Naxwazin herêma Kurdistanê pêş bikeve.”

‘Divê gel bi yekgirtî li dijî dagirkeriyê rabe’

Têkildarî mijarê ji welatiyên Seyîdsadiqê Reûf Cebar anî ziman ku divê gelê Başûr li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxînin. Cebar diyar kir ku hikûmet nikare li dijî dagirkeriyê dengê xwe bike lê divê gel li dijî dagirkeriyê dakeve qadan. Cebar wiha domand: “Divê em wekî gel bi yekgirtî rê nedin dewleta tirk ku xaka me dagir bike. Gelê me bi serhildana xwe divê bala hêzên cîhanê bikişîne ser vê dagirkeriyê.”

‘Hizbên Başûr rê daye dagirkeran’

Ji welatiyan Nerîman Ebdullah jî destnîşan kir ku hizbên desthilat ên Başûr ji ber berjewendiyên xwe yên taybet ên li bi dewleta tirk re, rê daye dagirkeriyê. Ebdullah got ku divê hikûmet li dijî dagirkeriyê derkeve. Ebdullah anî ziman ku divê gelê Başûr jî li dijî dagirkeriyê rabe û rê nede dagirkeriyê.

‘Başûr di nava Îran û Tirkiyeyê de hatiye dabeşkirin’

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Feryad Ebdullah jî bertekên xwe wiha nîşan dan: “Desthilata herêma Kurdistanê ji zûde di nava Îran û Tirkiyeyê de hatiye dabeşkirin. Em firotine van welatan. Ji ber vê yekê divê gel li benda desthilatê nemîne. Yên ku ji vê dagirkeriyê zirar dibînin gel e. Ger ku ev xak ji bo desthilatê girîng bûya, bêdeng nedima. Ji ber êrîşan rojane malên me tên xerabkirin. Tu hêviyeke me ji desthilata Başûr nîne. Van desthilatan bi xwe dagirker anîn ser axa me. Îran û Tirkiye çawa bixwazin li ser Başûr wê dikin. Em bang li hêzên navdewletî û hikûmeta Iraqê dikin pêşî li dagirkeriya dewleta tirk bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar