Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Başûr ji bo Rojava li 11 navendan dadikeve qadan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê û piştgiriya bi berxwedana gel û şervanan re, îro dê li 11 navendên başûrê Kurdistanê çalakî bên lidarxistin

Bertekên gelê Kurdistanê yên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewlet tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li ser rojavayê Kurdistanê, her ku diçe mezintir dibe. Bi taybet jî li başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê hêrseke pir mezin heye. Di çarçoveya bertekên li dijî dagirkeriyê de dê îro li 11 navendên başûrê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin.

Çalakiyên ku ji aliyê înîsiyatîf, bereyên piştevaniya Rojava, sazî û dezgehan ve tên organîzekirin, dê ji Duhokê heta Xurmatuyê bên lidarxistin. Komîteyên amadekar bang li tevahiya gel, pêkhate, partî, rêxistin, jin û ciwanan kirin ku beşdarî xwepêşandanan bibin.

Li gorî vê yekê;

* Îro dê saet di 16.00’an de li Parka Newroz a Duhokê,

* Saet di 10.00’an de li ber avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê,

* Saet di 16.00’an de li Baxê Giştî yê Silêmaniyê,

*Saet di 16.00’an de li hemberî Hola Konferansê ya Akrê,

*Saet di 16.30’an de li navenda Koyê,

* Saet di 15.30’an de li nava bazarê ya Derbendîxanê,

* Saet di 15.30’an de li navenda Xurmatûyê,

* Saet di 15.30’an de li çerxerêya nava bazarê ya Diyanayê,

* Saet di 15.00’an de li pêşiya peykerê Enfalê ya Teqteqê

* Saet di 16.00’an de li navenda Xaneqînê,

* Saet di 16.00’an de jî dê li bazara Hewçerx a Çomanê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar