Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelê Başûr ji leşkerên tirk aciz e: Bila ji xaka me bên derxistin

Mamosteyê zanîngehê Kosret Xelîl û endamê KNK’ê Xalid Qadir diyar kirin ku biryara derxistina hêzên biyanî ji xaka Iraqê di heman demê de ji bo dewleta tirk jî derbasdar e û wiha gotin: “Divê gelê me xwedî helwest be. Hewceye ku kolan, desthilatdarên Başûr û Bexdayê neçar bihêlin ku dewleta tirk ji xaka Başûr bê derxistin.”

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Dewleta tirk herî dawî jî li Şengalê êrîşeke hewayî pêk anî û di encama êrîşê de fermandarê giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û 3 hevrêyên wî qetil kirin. Li hêla din jî tevî êrîşan jî hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê xwe li bêdengiyê datîne. Li hemberî êrîşan û bêhelwestiya hikûmetên herêm û navendî jî gelê Başûr aciz e û dixwazin ku hêzên artêşa tirk ji xaka başûrê Kurdistanê bên derxistin.

Têkildarî mijarê mamosteyê zanîngehê Kosret Xidir û endamê KNK’ê Xalid Qadir ji Rojnewsê bi Mihemed Hesen re axivîn. Kosret Xidir anî ziman ku biryara derxistina hêzên biyanî ji xaka Iraqê di heman demê de ji bo dewleta tirk ku gelek baregehên wê yên leşkerî li ser xaka başûrê Kurdistanê hene jî derbasdar e. Xidir diyar kir ku dewleta tirk bi awayeke aşkerayî li ser xaka Başûr û Iraqê dagirkeriyê dike û serweriya welatê cîran binpê dike.

Banga ji bo gel

Di berdewamê de jî Xidir anî ziman ku divê gelê başûrê Kurdistanê li dijî binpêkirinên dewleta tirk xwedî bertek be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewce ye ku kolan, desthilatdarên herêma Kurdistanê û Bexdayê neçar bikin ku wan binpêkirinan bidin bidawîkirin.”

‘Êrîşa li dijî Şengalê plana dagirkeriyê ye’

Der barê mijarê endamê KNK’ê Xalid Qadir jî axivî û nêrîna xwe wiha parve kir: “Êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê beşek ji plana wê ya dagirkirinê ye. Li ku derê dengê azad hebe, ew der dibe armanca dewleta tirk. Dewleta tirk bi êrîşên xwe bi aşkerayî peymanên navneteweyî binpê dike. Pêwîste rêxistinên sivîl zextê li hikûmet û parlamentoyê bikin da ku hêz û baregehên dewleta tirk ên li ser xaka herêmê bên derxistin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar