Welatiyên başûrê Kurdistanê ji bo piştgirî û piştevaniya bi rojavayê Kurdistanê re îro 30 kamyonên din ên alîkariyên mirovî ji Rojava re şandin
Bi armanca piştgiriya bi gelê rojavayê Kurdistanê re, hema hema li seranserî bajarên başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê hatibûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi rêya van kampanyayan heta niha gelek caran ji rojavayê Kurdistanê re alîkarî hate şandin.
Di çarçoveya van kampanyayan de îro jî 30 kamyonên alîkariyên mirovî ji rojavayê Kurdistanê re hate şandin. Alîkariya gelê Başûr îro gihişt Hesekê.
Alîkariya gelê Başûr ji çadir, betanî, cilên zarokên û pêwîstiyên rojane pêk dihat. HESEKÊ