Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi hêrs e

Artêşa tirk ku ji bo dagirkirina Xakurkê kete nava liv û tevgerê, ji hêzên gerîla derbên mirinê dixwe. Li hêla din şêniyên herêmê ku rastî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk hatin pir bi bertekin û bang li PDK’ê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest be

Hêzên artêşa tirk ji 27’ê gulanê ve êrîşên dagirker bi ser Xakurkê de tîne. Heta niha HPG-YJA Starê tu daxuyaniyeke ku windahiyên wan hene, nedaye. Nêzî du sal in, hewl tê dayin ku Xakurkê were dagirkirin. Herêma dawî ya tevgera dagirkirinê ku hatiye ragihandin, bi ser girekî bilind de bû ku gelê herêmê jê re ‘Şekîf’ dibêje. Piştî ku hêzên dagirker tevgeriyan, gerîlayên HPG-YJA Starê hema hema li her deverê çalakiyên karîger kirin. Li qadên Şehîd Derwêş, Şehîd Şahan, Şehîd Botan, Arê û Lêlikanê şer çêbû. Artêşa tirk a ku çûyî nêçîrê, bû nêçîr. Bi çalakiyên mîna sabotaj, suîqest, bi ser de girtinê yên bi tîmên gerîla yên biçûk, bi dehan leşkerên dagirker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku me ji cih girtine, herî dawî di çalakiyê de ya bi çekên giran û sivik a bi ser Girê Şehîd Derwêş de kozikên doçka û biksiyan bi temamî hatin rûxandin, gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Artêşa tirk a dagirker ku ev 2 sal in li ber berxwedana karîger nikare bi pêş ve biçe, bi têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê ya bi hilbijartina xwecih a 31’ê adarê de, rojeva Tirkiyeyê bi şer mijûl dike û hewl dide ku bi rengekî ji hilbijartinê dûr bixe. Lê ji ber derbên ku ji gerîla dixwin, tam xitimiye û nema dikare xwe tev bilivîne.

Hêzên noker ketin nava liv û tevgerê

Li gorî agahiyên ber dest, artêşa dagirker ku ji bilî bombekirina ji hewayê û ji giran ve nikare tiştekî din bike, çareya dawî xwe spartiya pêşmergeyên PDK’ê. Hin hêzên noker ku bawerî bi helwesta PKK’ê ya ’em ê destûrê nedin birakujiyê’ tîne, herêma Tengava Berbizinê û Girê Hacer a ku li ser xeta Xakurkê- Xinêrê cihekî stratejîk e, ji bo ‘destek’a li artêşa tirk dixwaze bigire. Konwoyeke ku ji 30 wesayîtên zirxî û kar pêk tê, li benda fersendê ye. Lê fermandarên gerîla ku têkilî mijarê em bi wan re axivîn, got, ‘Çi hêz dibe bila bibe, li ser navê çi tê bila were e mê tu caran destûrê nedin’, biryardariya xwe diyar kirin.

Dagirkeran êrîşî herêmên sivîlan kirin

Her wiha tê gotin ku hewldaneke dagirkeriyê ya pêkan a bi ser Tengava Berbizinê, weke ku dê zemînê ji provakasyoneke giran re çêbike. Gelê herêmê jî, herî dawî li gundê Xelîfan piştî ku artêşa dagirker ji 30’î zêdetir sewalên wan bi balafirên şer û êrîşên hewanan kuştin, pir hêrs bûne. Bang li Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê kirin ku mafê wan biparêze û li dijî dagirkeriyê raweste. Şêniyan ji bo rawestandina artêşa dagirker her wiha bang li rêveberiya NY, DYA, YE û Iraqê kirin.

Çavkanî: Serhed Denîz Tendûrek/ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar