Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê Başûr li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk aciz e

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk di demên dawî de êrîşên xwe yên li dijî başûrê Kurdistanê zêde kirin. Di vê çarçoveyê de li dijî Mexmûr, Şengal û Qendîl bi balafirên şer êrîş kir û sivîl birîndar bûn. Her çiqas li hemberî van êrîşan hikûmeta başûrê Kurdistanê xwe li bêdengiyê danibe jî, gelê Başûr bi bertek e. Têkildarî mijarê welatiyên Hewlêr û Kerkûkê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de parêzer û çalakvanê sivîl Şiwan Seyîd Elî ê ji Rewandûz a Hewlêrê got ku armanca aloziya li Zînî Wertê ew e ku PKK’ê dorpêç bikin û wiha domand: “A din jî, dewleta tirk dixwaze statûya Başûr ji holê rake û şerê navxweyî derxîne. Planên stratejîk ên dewleta tirk li ser Başûr hene. Hêzên kurd ên li herêmê jî her yek girêdayî welatekî ne. Ev jî metirsiyê li ser berjewendiyên kurdan çêdike.”

Sîxurtiya ji bo MÎT’ê

Mamosta û çalakvanê sivîl Zîrek Rehman ê ji Rewandûzê jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Hişmendiya neteweyî di asteke metirsîdar de ye. Lewre wisa kirine ku beşek ji kurdan ên li Hewlêr û Silêmaniyê bi pereyekî kêm sîxurtiyê ji MÎT’ê re dikin. Li hêla din Zînî Wertê cihekî girîng e.  Li aliyekî ve tevahiya Balekayetî, Dola Şawrê, bajaroka Serkepkanê û çiyayên Karox û Qendîlê dike yek. Li wir hêzên sîxûriyê bi cih kirin û ev jî ji bo Qendîlê ye.”

Bêdengiya hikûmeta Başûr

Ji welatiyên Kerkûkê Salar Qadir jî da zanîn ku tevî êrîşên zêde yên dewleta tirk jî hikûmeta Başûr xwe li bêdengiyê datîne û wiha pê de çû: “Hinek aliyên siyasî yên Başûr ji bo ku Tirkiye Başûr dagir bike, bi aşkerayî alîkariyê didin. Heman kes bi dahat, nanê gel û çavkaniyên xwezayî yên Iraqê dilîzin. Lewre jî alozî derdikevin.”

‘Plana dagirkirina Başûr heye’

Welatiyê bi navê Hacî Mihemed Elî jî daxuyand ku dewleta tirk ji dîrokê ve dijminatiya kurdan dike û wiha got: “Tevî vê jî kurd di navbera xwe de yekgirtî nînin. Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê zêdetir kirine. Tê gotin ku planên wê yên ji bo dagirkirina Başûr hene. Lê desthilatdarên me bêdengin. Em dixwazin hikûmeta herêmî û navendî helwesteke cidî nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar