Gelê Herêma Federal a Kurdistanê çend roj in li dijî polîtîkayên hikûmeta PDK’ê ku rê li pêşiya qeyrana aborî vedike li kolan û qadan çalakiyan li dar dixin. Gelê ku heta niha fêrî meaş hatine kirin, ji ber ku nikarin meaşê xwe bistînin bertek û nerazibûnên xwe li kolanan nîşan didin. Her roj bi piranî ciwan gelê Silêmaniyê li kolanan çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Qelediz, Kelar, Seyîdsadiq û gelek navendên din gel li kolanan bertekên xwe yên li dijî hikûmetê tînin ziman. Gel li dijî rêveberiya PDK û YNK’ê bi bertek in. Li hin cihan buroyên partiyên siyasî şewitandin û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, heta niha di mudaxaleyên pêşmergeyan de 2 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî di êrîşan de birîndar bûn. Ji bo rê li pêş çalakiyan bigirin ketin û derketina bajar qedexe kirin. Qedexeyên ketin û derketina bajaran û qeyrana li kolanan didome. Herêma Federal a Kurdistanê heta beriya 2014’an di nava Rojhilata Navîn de wekî cihê ewle û qada razemeniyê bû. Lê piştî 2014’an bû hedefa DAIŞ û hêzên navdewletî. Piştî referanduma Kurdistana Serbixwe ya 2017’an hin bajar ji herêma Federal a Kurdistanê hatin qetandin û bi hikûmeta Bexdeyê ve hatin girêdan. Bi taybetî piştî alozî û rageşiya di nava DYA û Îranê de çeteyên DAIŞ’ê herêmên wekî Mûsûl û hin herêmên din bi dest xistin. Ji ber polîtikayên hikûmeta Başûr qeyrana aborî her ku çû kûr bû. Gel ku êdî nikarin debara xwe bikin di hefteyên dawî de li kolanan bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman.
Di meha biharê de hêzên pêşmergeyan li herêma Zînî Wertê bi cih bûn. Ev yek demek dirêj bû sedema rageşî û niqaşan. Dîsa Hêzên Gulan û pêşmergeyên Roj ên girêdayî hikûmeta Mesrûr Barzanî li herêma Garê ku di kontrola PKK’ê de ye bi cih bûn, dîsa rageşî û bertekên gel zêde bûn. Vê yekê bi xwe re niqaşên “Hewldana birakujî” pêş xist.
Ji ber polîtîkayên çandinî û sewalkariyê tuneye qeyran kûr dibe
Di sala 1991’an de piştî gel li dijî rejîma Baasê serî hilda, gelek bajarên herêmê ji kotrola hikûmeta Baasê derketin. PDK û YNK’ê li gorî daxwaza DYA sînorê xwe diyar kirin û li Herêma Federal a Kurdistanê serweriya xwe ava kirin. Piştî hikûmeta PDK û YNK’ê serweriya xwe li herêmê îlan kir gel bi meaş ve girêdan û dawî li polîtîkayên çandinî, çotkarî u sewalkariyê anîn. Bi vê yekê re gel destê xwe ji hilberîn û kar kişand. Betaliyê dest pê kir. Bi taybetî piştî DYA di 2003’yan de mudaxaleyî Iraqê kir û di sala 2005’an de li herêmê Rêveberiya Herêmî hat avakirin, aboriya li herêmê bi polîtîkayên taybet hat rêveberin. Hikûmetê destê gel ji hilberîna çotkarî, çandinî û sewalkariyê qut kir û bêtir di aliyê bazirganiyê de bi Tirkiyeyê ve girê da. Gelê ku berê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir, êdî betal hat hiştin. Li herêmê di sala 1980’an de di serdema rejîma Baasê de di êrîşên Enfalê de 6 hezar gundên kurdan hatin valakirin. Polîtika û geşedanên li herêmê herî zêde bandora xwe li ser cotkarî, sewalkarî û aboriya herêmê kir. Gel ji hilberînê qut bû û bi meaş ve hatin girêdan. Herêma Federal a Kurdistanê ku nêzî 6 milyon nifûsa wê heye, nêzî 1.6 milyon meaş ji hikûmetê digire û nîvê vê yekê jî ji karmend û pêşmergeyan pêk tê. Aliyê din jî mexdûrên Enfalê, xazî û kesên teqawît cih digirin.
Embara çandiniyê ye
Herêma Federal a Kurdistanê ku embara çandinî û hilberînê ye, ji ber plan û polîtîkayên hêzên kurevî, êdî çandinî nayê kirin û herêm bûye qada şer. Li herêmê her tim şer heye. Gel êdî di nava şer de dijîn. Gel êdî dest ji çotkarî, çandinî û sewalkariyê berdaye.
Hatina petrolê
Ji ber ku Herêma Federal a Kurdistanê navenda petrolê bû, hêzên navdewletî li ser hebûna petrolê planên xwe çêkirin û polîtîka pêş xistin. Hêzên navdewletî li ser rezerveyên petrolê planên xwe çêkirin. Li gorî vê yekê rêveberî û statuya herêmê diyar kirin. Piştî li herêmê hilberina petrolê dest pê kir, bi rêyên qaçax êdî petrol şandin Tirkiye û Îranê. Mehê 150 hezar bermîlê petrolê ji herêma Iraqê şandin Tirkiye û Îranê. Lê gelê herêmê ji vê petrola qaçax sûd negirtin. Gelê li çoltarê dijin dîsa debara xwe bi çandinî û sewalkariyê kirin.
Polîtîkayên komkujiyê yên Seddam
Serok û dîktatorê Iraqê Seddam Huseyîn ku li dijî kurdan komkujî pêk anî, li aliyekî li herêma Federal a Kurdistanê komkujî kir, li aliyê din dest danî ser aboriya herêmê û ji bo xwe hin fabriqe ava kirin.
Seddam Huseyîn, piştî qeyrana Korfesê ku DYA di salên 1990’î de ambargo danî ser Iraqê, li bajarên Silêmanî, Hewlêr û derdorê wê fabrîqeyên ku nêzî 500-600 kes lê kar bikin ava kir.
Li navenda Silêmaniyê siloya genim, fabrîqeyên tekstilê, fabrîqeyên cixarê ku 400- 600 kes lê kar bikin ava kir. Li Serçinarê fabrîqeya çîmento ku 300 kes lê kar bike ava kir. Li Bekrajoyê fabrîqeya pincarê şekir ava kir. Li Hewlêrê febrîqeya ava fireng û îsotan ava kir. Dîsa li Hewlêrê fabrîqeya xalîçeyan ava kir. Li herêmê dîsa gelek fabrîqeyên din ava kirin. Lê li gel ku hêzên serdest xwest herêmê dagir bikin û mêtîngeriyê pêş bixin jî gelê herêmê ku li çoltar û qadên çiyê dijîn dîsa dest ji karê çandinî, çotkarî û sewalkariyê bernedan û jiyana xwe ya berê berdewam kirin. Bi taybetî gelê herêma Qendil, Deşta Herir, Akre, Pencwîn, Şeqlawa, Rewanduz, Çemçemal, Seyîd Sadiq, Ranya, Xurmal, Ahemdava, Qaledizê û herêmên din karê sewalkarî û çandiniyê berdewam kirin. Gelê Silêmaniyê li herêmên Şarezor, Pencwin, Derbendixan, Bazyan, Dukkan û Ranya 5 navendên hilberîn û çandiniya birincê (Riz) ava kirin. Bi qasî têra Iraqê bikin hilberîna birincê kirin. Dîsa li herêma Necef, Kerbela, Divaniye, Mussena yên erebên şîî navendên hilberîna birincê ku sed hezaran ton birincê hildiberînin ava kir. Birinca li vê herêmê çandin, kîloya wê bi 50 sentan firotin Îran û Pakistanê.
Pêşkêşî Tirkiye û AKP’ê kirin
Piştî DYA di 2003’yan de mudaxaleyî herêmê kir, li tevahiya Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê di aliyê siyasi, aborî û civakî de pêvajoyek nû dest pê kir. Ji bo aboriya kurdan a serbixwe pêş bikeve derfetên nû hatin dayîn. Lê ji ber polîtîkayên DYA û îktîdara herêmê li şûna aboriya herêmê pêş bixin, firsend xist destê Tirkiyeyê. Destûr da ku AKP û Erdogan di qada aborî, siyasî û eskerî de li herêmê baragehên nû ava bike û dest bi dagirkerî û mêtîngeriya herêmê bike. Tirkiye û AKP’ê piştî 2003’yan li herêmê hêdî hêdî serweriya xwe ava kir û herêm xist kontrola xwe.
DYA’yê PDK û YNK’ê bi xwe ve û pêşmergeyê jî bi meaş ve girêda
DYA piştî polîtikayên salên 1990’an PDK û YNK’ê bi xwe ve girê da. Kesên zengîn li bazirganiya petrolê geriyan û partî bi rêxistin kirin. Piştre her partiyê pêşmergeyên xwe ava kirin û bi meaş ve girêdan. Ji her malên li çoltarê kesek kirin pêşmerge û meaş dan wan. Li bajaran jî ji her malbatê kesek wekî karmend xistin kar û bi meaş ve girêdan. Bi vê yekê re dawî li çandinî û sewalkariyê anîn. Hêzên navdewletî her ku li herêmê şîrketek ava kirin parek dan rêveberiya PDK’ê. Şîrketên ku para rayedarên PDK’ê di nav de hene ava kirin. Di nava van şîrketan de Kar Grup, Mihtap, Selahaddin û Kurdistan jî heye. Xwediyê van şîrketan ji Neçirvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û malbatên wan pêk tên. Piraniya van şîrketan bi şirîkatiya Cemaeta Gulen hatin avakirin.
AKP li herêmê 6 hezar şîrket ava kir
Piştî DYA dawî li rejîma Seddam Huseyîn anî û AKP li Tirkiyeyê bi ser ket, rêya bazirganiyê li AKP’ê vekir. AKP’ê li herêma federal dest bi bazirganiyê kir û li herêmê 6 hezar şîrket ava kir. Ev şîrket salê 10 milyar dolar pere ji bo Tirkiyeyê didin qezenckirin. Piraniya butçeya ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd xerç dike, ji pereyê şîrketên herêmê qezenç dike.
Bi Tirkiyeyê re ‘Peymana Veşarî’ ya pertrolê ya 50 salan îmze kirin
Li gorî peymana dawî ya di navbera hikûmetên Bexde û Hewlêrê de, diviya bû rojê li beramberî para butçeya 2020’an a başûrê Kurdistanê 250 hezar bermîl betrol û ji sedî 50 hatina sînoran bidana hikûmeta Iraqê. Lê Herêma Federal heta niha ev yek pêk neanî. Bi taybetî hikûmetae Herêmê û PDK’ê li gel para petrol û hatina sînor nedan hikûmeta Iraqê jî dîsa meaşên karmendan nedan wan. Li aliyê din hikûmeta Bexdayê, peymana bi dizî ya di navbera PDK û Tirkiyeyê ku 50 salan li ser petrolê îmze kirin de, rêveberiya herêmê bi “Beyî me petrolê je dest derdixe” tawanbar kir.
Çavkanî: MA / Erdogan Altan – Silêmanî