Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gelê Başûr serkeftina HSD’ê bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Xelkê başûrê Kurdistanê ji ber serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya bidawîkirina çeteyên DAIŞ’ê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bo parastina van destkeftiya yekgirtina kurdan berê bingehîn e

Şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di rojên xwe yên dawî dene ku ji bo tevahiya cîhanê bibû kabûsek. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku kurd pêşengiyê dikin ji bo serkeftinê nêz bûne. Xelkê başûrê Kurdistanê bi rêya Rojnews’ê kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina QSD’ê anîn ziman.

Sînemakar Heme Elî Xan ê ku li başûrê Kurdistanê tê naskirin spasiya şervanan kir û wiha got: “Hemû kurd ji ber vê serkeftinê hest bi serbilindiyê dike. Çavê me û tevahiya cîhanê ji wan ku DAIŞ bi dawî kirin. Hêza jinan ku mil bi milê zilaman beşdarî vê serkeftinê bûn îspat kirin ku bedena wan wê bibe mertalê ji bo rizgarkirina xaka Kurdistanê. ”

Heme Elî Xan aşkera kir ku serkeftina HSD’ê ji bo welatên rojava û Ewropa peyameke mezin e û wiha domand: “Ev destkeftî ne bi hêsanî hatine bidestxistin, gelek bedel hatine dayîn. Rizgarkirina van herêman hêsan nebûn. Lewma ev yek ji bo gelê kurd destkeftiyên herî mezine. Ji welatên derve re îspatkirin ku gelek daxwaza azadiya xwe dikin.”

Heme Elî Xan eşkere kir ku niha dema serxwebûna Kurdistanê ye û wiha pêde çû: “Dem hatiye hemû hêz hev bigirin. Ji ber ku bi yekgirtinê wê dijmin bişkê. Lewma pêwîste hemû alî piştgiriya hev bikin.”

Welatiyê Silêmaniyê yê bi navê Ehmed Berzencî serkeftina şervanan pîroz kir û got ku ger kurd ji ber nakokiyên xwe van destkeftiyan ji dest nedin wê bigihîn azadiya xwe û wiha got: “Kurd li hemû parçeyan li hemberî dijmin weke pingane, kes nikarin pişta wan bişkêne. Îro destkeftiyên mezin bi destê kurdan ketiye. Hemû cîhan ji ber qehremaniya kurdan kêfxweşin. Eger van destkeftiyan ji dest nedin, emê bigihîn azadiyê.”

Berzencî eşkere kir ku divê destkeftinên bi destketine werin parastin û wiha got: “Divê dest ji pêşbaziya nava hev berdin. Bîr li gel û nîştimanê xwe bikin. Eger dijber nebîn wê her çar parçeyên Kurdistanê bibe yek.”

Nivîskar û helbestvan Necim Şengawî eşkere kir ku serkeftina HSD’ê û rojavayê Kurdistanê ya di şerê DAIŞ’ê weke serkeftina hemû gelê kurd bi nav kir û diyar kir ku berê bingehîn ê serkeftinê yekîtiya hemû hêzên siyasî ye û wiha domand: “Eger piştgiriya yek bikin, wê qurbaniyên hatine dayîn vala neçe. Kurdan li her çar paçeyên Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina cîhanê kirine heta ku serkeftin bi dest xistiye.”

Welatiyê Kerkûkê yê bi navê Ebdulezîz Mecîd wiha qala hovitiya çeteyên DAIŞ’ê kir: “DAIŞ rêxistinekî terorîstî ya bi navê Îslamê bû ku êrîşî gelê kurd kir. Ziyaneke mezin da kurdan û herêmê. Şervanan îspat kir ku  bi çi awayî be dikarin van çeteyan ji holê rabikin. Fedekariya xwe ji bo hemû cîhanê îspat kirin.”

Ebdulezîz Mecîd got ku divê kurd sûdê ji şaşiyên dîrokê werbigirin û rê nedin dûbare bibe û wiha got: “Divê ji bo yekitiya giştî hewldan bê kirin û em piştgiriya xwe ya ji bo şervanan diyar bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar