Ji bo şermezarkirina 7`ê Nîsanê ku deleta tirk a dagirker êrîşî balafirgeha Silêmaniyê kiribû wê îro xwepêşandan bên li dar xistin. Kesayetên naskirî û rewşenbîran bi daxuyaniyan bang li xelkê navçeyên Kelar, Derbendîxan û Ranyayê hat kirin ku 10’ê Nîsanê tevlî xwepêşandanên li dijî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser balefirgeha Silêmaniyê bibin.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin ku êrîşên dewleta tirk a dagirker binpêkirinên aşkere yên li ser xak û kerameta xelkê Kurdistanê ne.
Li gor daxuyaniyan, cih û dema xwepêşandanan wiha ye;
Kelar- Parka li rex Geraca Şehîdan, saet 16:00.
Ranya- Baxê Giştî, saet 16:00.
Derbendîxan- li ber Çayxaneya Çandî, saet 16:00.