Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Başûrê li dijî komployê meşiya

Li gelek bajaran gelê Başûr li dijî komploya navneteweyî çalakiyan kirin

Navenda Nûçeyan

Li gelek navend û navçeyên Başûrê Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda  şermezar kirin.

Silêmanî

Xelkê Silêmaniyê dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meşiyan.

Welatiyan posterên Rêber Ocalan bilind kirin û bê navber dirûşemeyên ‘Bijî berxwedana Îmralî’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ diqêrin.

Hewlêr

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi rasthatina 22’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da.Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Hekîm Hatib di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û destpêkê bi tundî komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd şermezar kir.

Hekîm diyar kir ku komplogeran dixwest di kesayeta Rêber Ocalan de, gelê kurd ji holê rakin, lê negihiştin armanca xwe. Hekîm di dewama axaftina xwe de diyarkir ku Bakurê Kurdistanê veguherandina zindanek mezin û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî dewam dike. Herî dawî Hekîm bal kişand ser berxwedana girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya HDP’ê ya ji bo berxwedana li zindanan dubare kir.

Şingal

Bi sedan şêniyên Şingalê di salvegera 22’emîn a Komploya Navneteweyî ku dijî Rêberê Gelê Kurd hatiye pêkanîn de, meşek lidar xist û ev peyam dan: “Şingalek azad wê encax bi fikrên Rêber Ocalan ava bibe. Lewma divê her kesî zêdetir gelê êzidi xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve.”

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê hat lidarxisn, ji  deriyê serekê yê bajaroka Sinûnê destpê kir û heya çerxerêya bajarokê dom kir.

Di meşa ku nûnerên sazî û rêxsitinên civaka êzidî û bi sedan kes beşdar bûn de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên ji bo azadiya Rêber Ocalan hatin dayîn.Piştî meşê Hevseroka Desteya Rêverber a Şingalê Rîham Hiço li ser navê girseyê daxuyanî xwend.

Kerkûk

Li Kerkûkê bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşek hat lidarxistin û komplo hat şermezarkirin.

Di saet 14:00’an de ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve li taxa Serçinar a Kerkûkê meşek li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat organîzekirin.

Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana Îmralî”, “Faşîst Erdogan” û “Dem dema azadiyê ye” gotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar