Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Gelê Efrînê di berxwedana li dijî dagirkeran de bi israr in

Jinên li gundê Soxanekê diyar kirin ku nêzî 7 salan e dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me gel dikin û wiha gotin: “Di navbera me û gundên cîranên me de sînoran ava dike dixwaze parçebûnê di nava axa Efrînê de ava bike lê em bi sînor û dîwaran parçe nabin. Heta dilopek xwîn di canê me de heye em serê xwe ji dagirkeriyê re natewînin û em bi biryar li ber xwe didin.”

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê 18’ê adara 2018’an de li ber çavê cîhanê dagir kirin. Dewleta tirk a dagirker ji roja ku Efrînê dagirkir û heta niha faşîzmê li ser gel dimeşîne û demografiya Efrînê jî guherandiye. Heta vê kêliyê jî bênavber rojane herêmên ku koçberên Efrînî lê dimînin bombebaran dike. Navçeya Şêrewayê nîvî di destên Rêveberiya Xweser de ye û nîvê din jî di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Rojane gundewarên navçeya Şêrewaya kantona Efrînê bi êrîşan re rûbirû dimînin. Bi taybetî bi hatina demsala havînê re dewleta tirk bi riya êrîşên xwe agir bi zeviyên welatiyan dixe û ziyanên mezin dide gel.

Gundê Soxanekê gundekî navçeya Şêrewayê ye û nêzî xeta sînorê dewleta tirk a dagirker e. Di Soxanekê de heya niha şêniyên wê dev ji axa xwe bernedane, ruxmî ku rojane rastî êrîş û topbaranên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tên her wiha agir bi zeviyên wan dikeve jî ji ber ku di navbera xetên sînor de ne nikarin wê agirê bitefînin. Jinên Soxanekê der barê jiyana gund axivîn.

Zeyneb Memo behsa kêliyên xwe yên gund kir û wiha got: “Ev nêzî 7 salan e dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî me dikin bi riya obîs û balafiran lê em heya vê kêliyê di gundên xwe de mane û tu carî jî dernakevin. Rojane em bi êrîşan re rûbirû dimînin û dîsa biryara me berxwedan e. Bi hatina demsala çandiniyê re êrîşên xwe dijwar dike ji bo ku agir bi dexlên me bikeve û îradeya me lawaz bibe. Em debara xwe bi van berheman dikin lê Erdogan wan jî dişewitîne. Em tu car li hember van êrîşan û siyasetan lawaz nakevin. Ev gundê me ye ne yê Erdogan û çeteyên wî ve ne. derdorê gund bi temamî şewitand û me niakrî bitefanda ji ber êrîşî me dike. Her wiha gulistana gund jî şewitand, heya xweza ji êrîşên wî bê çare namînin. Bila dewlet û rêxistinên ku bi mafên mirovan bang dikin bi erkên xwe rabin dewleta tirk şer bi xweza û lawiran re êdî dike.”

Sîham Memo jî rewşa gel di nava êrîşan de diyar kir û ev tişt anî ziman: “Em şêniyên Soxanekê rojane jiyana me û zarokên me di xeterê de ye. Her kêlî em dijîn dewleta tirk êrîş dike, ev bû hefteyek derdorê gund agir vêxistiye û darên zeytûnên ku em debara xwe pê dikin şewitand. Em dinêrin ku çawa erd û dexilên me dişewitin lê mixabin em nikarin bitefînin ji ber êrîşên dagirkeriyê. Em gelek zor û zehmetiyên jiyanî di gund de dijîn lê dîsa em ji cihê xwe dernakevin ev peyama me ji Erdogan û çeteyên wî re ye. Di navbera me û gundên cîranên me de sînoran ava dike dixwaze parçebûnê di nava axa Efrînê de ava bike lê em bi sînor û dîwaran parçe nabin. Heta dilopek xwîn di canê me de heye em serê xwe ji dagirkeriyê re natewînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar