Koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê zehmetiyên ji ber dorpêça hikumeta Şamê vegotin û bêdengiya rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî şermezar kir.
Wîdet Çibû wiha axivî: “Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê jiyana zarokên me dixe nava metirsiyeke mezin. Li vir ji ber tunebûne sotemeniyê em sobeyan bi kaxizan pê dixin. Ev yek jî ji bo zarokan xetere ye. Her wiha dûmana paporê jî li ser kesên bi temenên bi mezin xetereyê çêdike.”
Fatmê Bekir jî wiha got: “Tupên gazê tune ne. Em nikarin her tim mazotê bi 13 hezar lîreyî bikirin, tenê ji bo paporê dikirin. Ji bo sobeya germkirinê jî kaxiz û plastîkan vêdixin. Ev yek jî ji bo me gelekî zehmet e. Bi vê dorpêça hikmeta Şamê ji ber sermaye zarokên me dimirin.”
Her wiha Fatmê Hesen diyar kir bi pereyan jî nikarin dermanan peyda bikin û wiha got: “Nexweşiya şekir bi hevjînê min re heye, ji be dorpêçê ez nikarim dermanan jê re peyda bikim. Em bêdengiya rêxistinên mirovî bi tundî şermezar dikin.”
Cemal Mihemed ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2018’an ve li Şehbayê di bin konan de dimîne. Ruxmî her tiştî êrişên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wan li ser herêmê hene. Her wiha dorpêça hikmeta Şamê ya ji 6 salan ve li ser herêmê hatiye ferzkirin, li ser xelkê Efrînê û Şehbayê.
Mihemed wiha anî ziman: “Ev dorpêç û êriş li hember berxwedan û têkoşîna me nabe bende. Em bi bilyonan Kurd hene û nikarin Kurdan bi kuştin û bi siyasteta birçîkirinê tune bikin. Em Kurd ne Kurdên ku bi siyasetên wan dixapin. Em Kurdên Rêber Apo ne. Me ji kaniya fikir û ramanê Rêber Apo av vexwariye. Kurd nayên tunekirin.”
Cemal Mihemed di dawiyê de wiha got: “Bila hemû hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî çavên xwe vekirn û van kiryarên ku tên meşandin bibînin. Gelê Efrînê gelê ku li hemberiya siyaseta birçîkirinê serî natewîne û berxwedanê dipejirîne.”