Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gelê Helebçeyê: Baregehên tirkan ji bo Başûr metirsiyeke mezin in

Welatiyên Helebçeyê bertek nîşanî hebûna baregehên leşkerî yên dewleta tirk ên li ser xaka Başûr dan û diyar kirin ku divê baregehên dewleta tirk ji xaka Başûr bên derxistin

Nerazîbûnên li dijî hebûna baregehên dewleta tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Welatiyên Helebçeyê û xwendekar û mamostayên Zanîngeha Helebçeyê têkildarî hebûna baregehên dewleta tirk û metirsiyên wê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de mamostayê Zanîngeha Helebçeyê Dr. Faruq Neqşebendî got ku dewleta tirk ji destpêkê ve dijminatiya kurdan dike û wiha dom kir: “Dewleta tirk kurdan her tim weke gelekî paşvemayî dibîne û weke gel nahesibîne. Lê divê dijminên gelê kurd baş bizanin ku dê tu carî nekarin gelê kurd tune bikin. Ji ber ku xweda ev ziman û erdnîgarî daye kurdan. Kurd dê her dem hebin.”

‘Baregeh metirsî ne’

Di berdewamê de jî Neqşebendî bal kişand ser hebûna baregehên dewleta tirk ên li ser xaka Başûr û wiha pê de çû: “Hebûna baregehên dewleta tirk metirsiyeke mezine. Divê rêxistinên navneteweyî û hikûmeta Iraqê van baregehan ji ser xaka başûrê Kurdistanê derxînin.”

Boykotkirina malên tirkî

Ji xwendekarên Zanîngeha Helebçeyê Sîver Osman jî destnîşan kir ku yek ji rêyên dagirkeriyê aliyê aborî ye û wiha derbirî: “Ji bo vê jî divê hemû kurd malên tirkî boykot bikin. Pêwîste hemû bazirganên kurd û welatî malên tirkî boykoy bikin û rê li ber anîna malên tirkî bigirin.”

Bang li hikûmeta Başûr kir

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Rêbwar Mihemed jî ev tişt anî ziman: “Bi salane gelê kurd ji bo parastina xaka Kurdistanê xwîna xwe dirijîne. Ji bo vê jî divê hikûmeta Başûr rê nede baregehên dewleta tirk ku li nava xaka me bin.” HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar