Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Gelê herêma Cizîrê Fermandar Egîd bi bîr anî

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) ê ku guleya yekemîn li dijî artêşa tirk avêtiye, di salvegera şehadeta wî ya 33’yemîn de bi bîr anî û tekez kir ku dê li ser şopa wî bimeşin

Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) di sala 1953’yan li navçeya Farqîna Amedê ji dayik dibe. Di destpêka salên 80 de tevli Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihêya Sêrtê guleya yekemîn li dijî artêşa dagirkeriya tirk diavêje. Di 28’ê Adara 1986’an de jî Fermandar Egîd şehîd dibe. Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê fermandar Egîd ê ku guleya yekemîn li dijî artêşa tirk avêtiye, di salvegera şehadeta wî ya 33’yemîn de bi bîr anî û tekez kir ku dê li ser şopa wî bimeşin.

Ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdarbûna bi sedan şêniyên kantona Hesekê li bajêr merasîma bîranîna salvegera şehadeta Egîd li Goristan Şehîd Dijwar hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî li dar xist. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê hevserok Welîda Botî axivî û wiha got: “Em hemû şehîdên xwe yên ku bi armanca azadiyê şehîd bûne, di kesayeta têkoşer Egîd de bi bîr tînin. Salvegera 33’yemîn a şehadeta têkoşer Egîd ku guleya yekemîn li dijî artêşa dagirkeriya tirk avêtiye, vedijînin û hemû destkeftiyên me bi rêya berxwedana şehîd Egîd bûn.”

Her wiha  Fermadarê HSD’ê Demhat Kobanê jî wiha axivî: “Şehîd Egîd canê xwe ji bo hemû gelan feda kir. Fikr û felsefeya azad ku Rêber Ocalan daniye, belav kir.”

Li Tirbespiyê salvegera şehadeta Fermandar Egîd, li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Doker ê navçeya Tirbespiyê, bi beşdarbûna bi dehan şêniyan merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û pêşkêşkirina merasîma leşkerî ji hêla şervanên Erka Xweparastinê ve fermandarê hêzên Erka Xweparastinê Feysel Tirbespiyê pêşwaziya gel kir û wiha got: “Berxwedana ku Fermandar Egîd û hevalên xwe dest pê kiriye, xwe dispêre felsefeya Ocalan û niha li ser erdê tê pêkanîn, bi rêya yekirina hemû pêkhateyan li dijî zilm, mêtingerî û destpotiyê.” Feysel bal kişand ser ku nirxê azadiyê biha ye, ji lew re gelê kurd ji destpêkê heta niha qurbaniyan ji bo azadiyê dide.

Bû sempola gelê kurd

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê jî merasîma bîranîna Fermandar Egîd li Goristana Şehîd Ristem Cûdî ya Berkevirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li dar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û merasîma leşkerî ji hêla şervanên hêzên Erka Xweparastinê ve, fermandara YPG’ê û YPJ’ê Agirê Jînda der barê şopandina rêya Fermandar Egîd de axivî û di kesayeta kesayeta Egîd de hemû şehîdên ku ji bo parastina xak û gel şehîd bûne, bi bîr anî. Her wiha Jînda tekez kir ku Fermandar Egîd bû sembola gelê kurd û sembola vîn û berxwedanê li dijî dagirkeriya tirk.

Merasîma bîranînê bi silavkirina şehîdan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçerat, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ji bo Fermandar Egîd û şehîdên doza azadiyê bi bîr bînin, li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê kom bûn. Bîranîn bi merasîmeke leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre fermandarê YPG’ê yê li Dêrikê Mehyedîn Xêrkê wiha axivî: “Destkeftiyên ku bi dest ketin, bi saya şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tê de xwîna şehîdan hatiye rijandin, bi dest ketine.”

Guleya ewil avêt

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber Heqî Dêrik axivî û hemû şehîdên azadiyê di kesayeta Fermandar Egîd de bi bîr anîn. Dêrik got ku Fermandar Egîd di destpêka salên 80’yî de tev li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû û bi rihê xwe yê fedayî guleya yekemîn li hember dagirkeriya Tirk avêt ku têkoşîna çekdarî li dijî faşîzma Tirk ragihîne.

Têkoşîna wî bû mîrasa gelan

Ji aliyekî din ve jî bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Dilêr Rojhilat wiha axivî: “Guleya yekemîn ku Fermandar Egîd li dijî dagirkeriya tirk avêtiye, bû ronahiya gelên bindest ên li Rojhilata Navîn. Berxwedana Fermandar Egîd û têkoşîna wî bû mîrasa gelan û têkoşîna li hember mêtingeriya li Rojhilata Navîn.”

Şehîdên meha adarê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bajarokê Rimêlanê û bi beşdarbûna bi dehan ji malbatên şehîdan ên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer merasîma salvegera bîranîna Fermanadar Egîd û şehîdên ku di meha adar û sibatê de şehîd bûbûn, li dar xist. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û merasîmeke leşkerî ji hêla YPG’ê ve dest pê kir. Piştre fermandarê YPG’ê Dijwar Mesûm got ku serkeftinê li hemû malbatên şehîdan li dijî DAIŞ’ê pîroz dikin. Mesûm diyar kir ku ew di kesayeta Fermandar Egîd de hemû şehîdên azadiyê, bi taybet şehîdên mehên adarê û sibatê bi bîr tînin.

Nirxê azadiyê û serkeftinê biha ye

Ji aliyekî din ve jî endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qirkîtan Mihemed got: “Nirxê azadiyê û serkeftinê biha ye û ew jî xwîna şehîdan e. Di dîrokê de qurbaniyan didin da ku azad bijîn. Derfeta ku ji bo gelê Rojava bi dest ketiye, derfet û şanseke ku bi tîpên zêrîn di dîrokê de hate nivîsandin lê bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan e.”

Her wiha bi navê Kongreya Star û Mala Birîndaran jî axaftin hatin kirin ku hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û dê li ser rêça wan bimeşin. HESEKÊ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar