Dewleta tirk a dagirker û sîxurê wê malbata Barzanî û çeteyê wê ji bo Şoreşa Rojava têk bibin serî li hemû êrîşên qirêj didin. Li hemberî êrîşan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekitiya xwe bi hêz kir û li gorî regezên neteweya demokratîk hişmendiya xweparastinê bi pêş xist û saziyên xwe ava kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku herêm rastî gelek êrişên komên çete û artêşa Tirk a dagirker hatiye û ev êriş heta roja îro dewam dikin. Osman got: “Tevî gef û êrişan jî pêkhateyên herêmê ew têk birin û li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk projeya xwe ava kir.”
Osman tekez kir ku hevgirtina civaka herêmê bi hemû pêkhate, sazî û rêveberiyên wê ve û pejirandina hişmendiya xweparastinê, bûye sedema xweragirtin û berxwedana li hember êrîşan.
Têkildarî êrişên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser herêmê Hisên Osman da zanîn ku ev êrîş binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser dikin hedef û li gorî zagonên navneteweyî wek sûcên şer tên dîtin. Osman diyar kir helwesta navneteweyî ya li hemberî van êrişan qels e.
Osman ev li gotinên xwe zêde kirin: “Her tim êrîş li ser me hene çi siyasî, çi aborî, çi leşkerî, lê ya herî girîng ew e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk weke tîrêja hêviyê dibînin ji bo aramiya Sûriyeyê bi giştî ku tê de hemû pêkhate bi hev re jiyaneke aştiyane berdewam bikin. Hevgirtina pêkhateyan hêzeke ji bo vê rêveberiyê, bêyî vîndariya van pêkhateyan, Rêveberiya Xweser nedikarî berdewam bike.”
Osman diyar kir ku ew ji bo avakirina herêmê her tim banga aramî û hevgirtinê dikin û wiha dewam kir: “Em wek rêveberî bi hemû hêza xwe piştgiriya hemû beşên jiyanê dikin, bi taybet sektorên girîng ên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine hilweşandin. Em hewl didin xizmetên bingehîn pêşkêş bikin.”
Hisên Osman got ew ê bi hemû hêza xwe ji bo piştevaniya pêkhateyên xwe û gelê xwe kar bikin. Hisên Osman di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşîn, hevgirtin û hevbendiyê kir.