Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelê Iraqê: Divê dewleta tirk ji axa Iraqê bê derxistin

Welatiyên iraqî diyar kirin ku ew dagirkeriya dewleta tirk a li ser welatê xwe qebûl nakin û wiha gotin: “Divê Iraq bi hemû hêz û desthilata xwe ve hewl bide van hêzan ji nav welatê xwe derbixîne. Iraqî wêrek in û em ji bo parastina welatê xwe çi pêwîst bike em jê re amade ne.”

Êriş û dagirkeriya dewleta tirk a dagirker ya li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê her ku diçe berfirehtir dibe. Rojane dron û balfirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dikin. Li gel vê bê navbera dewleta Tirk a dagirker çekên qedexekirî yên kîmyawî bikartîne. Tevî bêdengiya her du hikûmetê Iraq û Herêma Kurdistanê, gel li dijî van êriş û dagirkeriyan bi bertekin.

Welatiyên Iraqê di derbarê metirsiya hebûna hêzên dagirker ên dewleta tirk a di nav xaka Iraqê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Reza Elî ku welatiyek yê Bexdayê wiha di derbarê mijarê de axivî: “Dagirkeriya dewleta tirk a di nav welatek wek Iraqê ku xwedî dîrokek dûr û dirêje, nayê qebûlkirin. Divê Iraq bi hemû hêz û desthilata xwe ve hewl bide van hêzan ji nav welatê xwe derbixîne. Ji ber ku derbaskirina sînoran nayê qebûlkirin û divê dawî li van hebûna baregehên leşkerî yên dewleta tirk were anîn.”

Welatiyek din ê bi navê Ebas Ehmed êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser welatê me nayê qebûlkirin. Em bang li hikûmetê dikin ku çareseriyek ji bo van binpêkirinan bibîne. Em vê yekê qebûl nakin. Iraqî wêrekin û em ji bo her parastinekê ku di dema bê de ji bo welat pêwîst bike de amade ne.”

Her wiha Cewad Malikî jî da zanîn ku sînorên Iraqê ji kevin de tê naskirin û dewleta Tirk nikare baregehên xwe li nav xaka Iraqê ava bike.

Cewad Malikî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema berpirsên iraqî diçin li gel welatan lihevkirinan çêdikin, ya baştir ewe ku sînorên me diyar bikin. Ji ber ku hemû welatên cîran çavê wan li beşekî axa me ne. Ji bo wê divê li hember destwerdanên wiha bersiveke dîplomatîk û leşkerî bê dayîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar