Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Gelê Kobanê ji bo Leyla Guven meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 125 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye meşek li dar xist

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi armanca destekdayîna çalakiya hevseroka KCD’ê  Leyla Guven ku ev 125 roj e li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye meşek li dar xist.

Meş ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Dîlber Yûsif axivî. û şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn.

Dîlber Yûsif di destpêka axaftina xwe de şehîdên Serhildana Qamişloyê bi bîr anî û wiha got: “Di sala 2004`an de rejîma Baas xwest tevliheviyê di navbera kurd û ereban de derxe. Lê bersiva vê yekê ji siyaseta wan mezintir bû. Gelê herêmê bi yekitî û hevgirtina xwe li dijî faşîzma Baasê sekinî. Yekitiya gelên herêmê ji hewldanên rejîma Baas ku dixwest gelê herêmê parçe bike, mezintir bû.”

Yûsif da zanîn ku ew ji hemû cîhanê re teqez dikin kul i dijî zîhniyeta faşîst a dewleta tirk û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdê yek in û wiha domand: “Em bang li gelên cîhanê, rêxistinên mirovahiyê û mafên mirovan dikin ku ji xewa xwe rabin û sînor ji kiryarên dewleta tirk ên derexlaqî û dermirovî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di zindanên Tirkiyeyê de, deynin.”

Her wiha Dîlber Yûsif berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di grevê de silav kirin û teqez kir ku heta armancên wan pêk werin dê gelê Kobanê destekê bide wan û soz da ku ew ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar