Êrîş û xweparastina rewa

mzDi nava 13 salên derbasbûyî de gelek welatên cîhanê bi armanca hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin bi awayên cûda mudaxilî şerê li...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo,...

Çarşamba - 25 Aralık 2024

Gelê Kobanê wê xaka xwe ji dagirkerên dewleta Tirk biparêzin

Şêniyên gundên Kobanê di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî ya QSD’ê de ragihand ku ew ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re amade ne û wê Kobanê biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-SMO êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û ji bo dagirkirina Kobanê tang û topan sewqî ser sînor dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li hemberî planên dewleta Tirk a dagirkirina Kobanê banga seferberiyê kir û daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker plan dike li dijî Kobanê û Eyn Îsayê êrîşan pêk bîne. Şêniyên gundên Kobanê diyar kir ku ew amade ne li kêleka HSD’ê parastina bajarê xwe bikin.

Beriya çend rojan xelkê gundê Qeremox ragihand ku wan Tûgaya Şehîd Siyamend ku ji 100 şervanên pispor ên ku berê li dijî DAIŞˋê şer kirine, ava kir û gotibû, “Me çawa DAIŞ ku hevalbendê Tirkiyeyê têk bir, em ê dewleta Tirk a dagirker jî li Kobanê têk bibin.”

Girêdayî wê, duh mêr û jinên gundê Bexdik ê rojhilatê bajarê Kobanê û gundê Îdaniyê yê rojavayê ragihadibû ku ew ji bo parastina bajarê xwe li hember êrişan amade ne çekan rakirin û herêmên xwe li hember êrişan biparêzin.

Beriya çend rojan jî ciwanên bajarê Kobanê xwedî li banga QSD’ê derketin û li kêleka şervanan li eniyên şer cih girtin. Ciwanan bang li ciwanên hemû pêkhateyan kir ku ji bo parastina herêmê rabin ser xwe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê didomînin, li hemberî wê şervanên QSD’ê berxwedaneke bêhempa didin meşandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar