Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Gelê ku wî ruhê te yê şerker bibîne, wê çawa ranebe serhildanê?

Şervana ciwan a ku mîna navê xwe bû stêrka azadiyê ji gelê xwe re. Êrîşên xayin ên dijmin nekarî ruhê wê yê têkoşer û sekna wê têk bibe. Ji ber ku Azadî weke şervaneke esîl a tolhildana ji dijmin, ala serkeftinê her tim hilda.! Gelê ku wî ruhê te yê şerker bibîne, wê çawa ranebe serhildanê?

Gerdûn dema ku li wî rûyê te yê masûm binihêre, çawa edaletê pêk nîne? Şevên tarî dema li wan çavên te binihêre, wê çawa derdora xwe bi stêrkan nexemilîne. Li ber wî kenê te yê germ, roj wê çawa hilneyê? Li pêşberî wê bedewiya te ya esîl, çivîkên xwezayê hemû wê çawa melodiyekê neafirînin? Û ev gelê ku wî ruhê te yê şerker bibîne, wê çawa ranebe serhildanê? Berxwedan û têkoşîn bû navê te. Gelo kulmên ciwan wê çawa ji bo tolhildanê nebin yek û berê xwe nedin çiyê?

Belê Sîham, ya jî bi navê ku li warê azadiyê li xwe kiriye Azadî; mirovên bêruh ên li çolê hatinen terikandin jî wê bi bedewiya te bihesin. Û li çemê te yê jiyanê wê têkoşîn jinûve geş bibe. Hêvî û bawerî wê di rêya de te her tim ronî bibin. Rêwî wê berê xwe bidin armanca te, ji bo pêkanîna armancên te yên nîvcomayî.

Azadî Stêrk şervaneke ciwan bû ku mîna navê xwe bû gerîlaya azadiyê ya gelê xwe. Hîn di zarokatiyê de hîn bû ku divê ji bo jiyana azad şer bike û ji bo pêkanîna vê yekê jî berê xwe da nava refên gerîla. Ji bo bibe deryayeke hêviyê ku dawî li zilma zaliman bîne, li ser vê rêya heqîqetê ya bêdawî kêfxweş bû. Nîşanî mirovan da ku rastî tenê bi şerkirinê bi dest dikeve û dema mirov radihêje çekê dibe afirînerê rasteqîn. Bi afirînerê vê felsefeya jiyanê bi Rêber Apo re her roj xwe jinûve afirand û nîşan da ku mirovên xwedî îrade dikarin çi bi ser bixînin. Bi biryardarî bi ser zor û zehmetiyan meşiya.

Azadî gelek zor û zehmetî dît, ku nedihat bîra mirovan, lê belê di şerê jiyanê de bi gavekê jî paşve neavêt. Her roj reng û sînerjiyeke cuda di kesayetiya xwe de afirand û derdora xwe bedew kir. Wateya parvekirinê ji bo mirovan nîşan da.

Metîna ji bo wê bû ew qad ku yekemcar li wir derkete serê çiyê û dest bi gerîlatiyê kir. Gelekî hez ji Metîna kir, lewma jî her rê, kevir, çem û hevrêyên xwe nas kir. Weke gerîlayeke jin nedisekinî, nedibetilî, bêhn venedida, bi coş û moraleke mezin berê xwe dida her wezîfeyê. Di nava lehiya hezkirinê ya hevrêyên xwe de dilê xwe ji mirovên pak re vekir, parve kir û ji vê yekê hez kir. Azadî hevrêyên xwe di cihê herî taybet ê dilê xwe de bi cih kir. Azadî her roj bi vê daxwaz û baweriyê wate da jiyanê.

Pîvanên gerîla bi armanceke mezin a exlaqî xemiland û bi vî rengî jiya, rê da pîvan û rêbaza xwe ya şer. Her roj ji hevrêyên xwe hîn bû ku bi rê û rêbaza PKK’ê dijmin çawa tê têkbirin. Dema ku li gel hevalek xwe bû, gava ku dijmin bi ser de hat jî nedirsiya, berovajî vê yekê, dest avêt bombeya xwe û li gel hevrêyê xwe fedaîtî kir û xwe di dijmin de teqand. Bi wê îdîa û biryardariyê şer kir ku divê dijmin tu carî gav neavêje xaka Kurdistanê, dema hat jî divê qet destûr jê re neyê dayin ku gavekê jî biavêje.

Azadî dikare weke miroveke çavên wê dikeniya û evîndara azadiyê bû, bihata pênasekirin. Ev hest li her hucreya bedena wê bi cih bû, tu hêz, teknîk an jî destên qirêj nekarîn vê hestê jê bistîne. Di her kêliya jiyana wê de ev yek dihate dîtin. Ya ku pê re hebû, modeleke jiyanê bû ku diyarî tevahiya mirovahiyê dikir.

Şervana mezin Azadî Stêrk ku Tîrmeha 2023’yan xwe bi îradeyeke ji pola xemiland, ala serkeftinê radestî hevrêyên xwe kir û şehîd bû. Êrîşên xayin ên dijmin nekarî ruhê wê yê têkoşer û sekna wê têk bibe. Ji ber ku Azadî weke şervaneke esîl a tolhildana ji dijmin, ala serkeftinê her tim hilda.!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar