Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Gelê kurd aştiyê desthilatdar şer dixwaze’

Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, di Nobeta Demokrasî ya Amedê de axivî û got ku kurd di aştiyê de desthilatdarî jî di şer de israr dike û dixwaze pirsgirêka kurd bi şer çareser bike

Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 36’an de berdewam kir.  Li Amedê, dîsa girseya ku di nav de parlamenter, rêveber û endamên meclisa şaredariyê yên HDP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl hebûn, li Kolana Lîse ya Amedê kom bûn û çalakiyê berdewam kir. Hewldana 78’an û şaxên wê yên li bajarên Tirkiyeyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar çalakiya îro bûn. Hewldana 78’an bi pankarta ‘Li dijî darbeya qeyûm dewam, ji bo rastî û edaletê dewam, ji piştevaniyê re dewam’ ji ber avahiya ÎHD’ê heta cihê Nobeta Demokrasiyê meşiyan. Di meşê de dirûşma ‘Ev hêj destpêk e ji têkoşînê re dewam’ hat berzkirin. Girseyê bi çepik û tilîliyan meşvan pêşwazîkirin. Piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî hat dayîn.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Uyanik Alokmen destpêkê axivî û diyar kir ku ev 36 roj in berxwedana xwe mezin dikin. Alokmen bal kişand ser têkoşîna bi rêve dibin û wiha got: “Em li pey heqîqetê ne. Ji bo heqîqetê têkoşîna me berdewam dike. Rêya me hemûyan vekirî be. Serkeftin a me ye.”

Dema mijar dibe kurd qanûnan nas nakin

Piştre berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can dest nîşan kir dema behsa kurdan tê kirin ne destûra bingehîn û ne jî dadgehan nas nakin û got ku dema kurdeke ji rêzê jî di aliyeke siyasetê de cih girt an digirin an jî terorîst îlan dikin.

Can diyar kir ku kurd di aştiyê de bi israr in û wiha domand: “Kurd dibêjin bila şer biqede werin em rûnin biaxivin. Lê tê fêmkirin ku ev desthilatdarî hêj ji aştiyê re ne amade ye. Kurd dixwazin bi rêyên demokratik çareser bikin. Lê ev dixwazin pirsgirêka kurd bi şer çareser bikin. Ji ber ku tayînkirina qeyûman girêdayî pirsgirêka kurd e.”

‘Gelo dê aştî çawa pêk were?’

Di axaftina xwe de Can bi bîr xist ku desthilatdarî dibêjin kurd birayên me ne lê ji aliyek din ve qeyûm tayînî şaredariyên kurdan dikin, vîna wan bi tu awayî nas nakin û pirsa ‘Gelo aştî, biratî dê çawa pêk were û em ê çawa werin ba hev?’ kir.

Her wiha Can da zanîn ku ger ev desthilatdarî wiha berdewam bike ev pêvajo dê bi wan bide winda kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan goti bû ku ‘ez ji çareseriyê re amade me û dikarim di hefteyekê de çareser bikim.’ HDP û KCD’ê jî bi vî awayî daxuyanî dan. Gelo bersiva wan çi bû? Bû tayînkirina qeyûman û gotin ‘em ji çareseriyê re ji demokrasiyê re ne amade ne.’ Hêj dibêjin ‘em ê bi şer vê pêvajoyê bimeşînin.’ Em jî, bi aştî, demokrasî û azadiyê bersivê bidin wan. Pirsgirêka kurd misoger dê were çareserkirin. Bijî gelên me. Bijî gelê kurd.”

Çalakiya Nobeta Demokrasiyê piştî rûniştina 10 deqeyan bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar